Tirkiye li xwe mikur hat ku Nagihan Akarsel qetil kiriye

Konsolosê Iraqê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney, li xwe mikur hat ku wan akademîsyen, rojnamevan Nagihan Akarsel qetil kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi Konsolosê Iraqê yê dewleta Tirkiyeyê Alî Riza Guney re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, Alî Riza Guney, di axaftina vekirinê cihekê li Hewlêrê de li ser pirsa têkildarê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê, Akademîsyen Nagihan Akarsel a 4’ê Cotmehê bi 11 guleyan li Silêmaniyê hat qetilkirin, qebûl kir ku Akarsel ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qetilkirin.

Guney wiha got: “Têkildarê mijara têkoşîna li dijî hêmanên PKK’ê de min hêviya xwe got. Em giringiyê bi serweriya Iraqê ji hin hêmanan bêhtir didin. Ew ê fahm bikin bê ka ez dibêjim çi. Iraq, cîran û dostê me yê qedîm e. Armanca me ew e ku wek du dewletên serwer têkiliyên xwe yên dualî ji bo paqijkirina ji rêxistinên terorî bi rê ve bibin. Bendewarî û hestyariya me ya di têkoşîna li dijî terorê de ji ber vê ye. PKK û yên bi PKK’ê re têkildar hedefa me ne.“