Li Duhokê ji ber qezaya trafîkê 8 kes mirin

Li Duhokê, ji ber qezaya trafîkê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Qurbanî hemû ji heman malbatê ne.

Li ser rêya Elquş-Şêxan a parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê doh bi şev qezayeke trafîkê rû da.

Di encama qezayê de ji heman malbatê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin kesên jiyan xwe ji dest dane xelkê gundê Sêcên ê girêdayî Duhokê ne.

Li gorî zanyariyan ew malbat ji pêkhateya Xiristiyan e û çend kes jî di qezayê de birîndar bûne.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.