Di 19 çalakiyên gerîla de 10 dagirker hatin cezakirin

Di 19 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin, 2 pergalên kameraya mobese û xefkeke mayînê hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê encamên şer daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê got “Li hemberî êrîşên dermirovî yên ku hêzên hegemon piştgiriyê didin wê û li dijî çekên kîmyewî û bombeyên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin lê hêzên hegemon çavê xwe ji bikaranîna wê re digire, hêzên me berxwedana herî bi heybet a dîrokê nîşan didin. Di vê tevgera dagirker de ya ku bi qasî 6 mehan didome, hêzên me bi enerjî û cesareteke mezin a ku naqede şer dikin, gerîlatiya modernîteya demokratîk dixin pratîkê û li her qadê derbê li artêşa TC’yê ya dagirker dixin.

Di 19 çalakiyên hêzên me de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye, derb li kepçeyekê hate xistin, 2 pergalên kameraya mobese û xefkeke mayînê hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 10 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn û Şehîd Şervan Êrkendî de;

Artêşa Tirk a dagirker piştî 27’ê Îlonê li qadên Deriyê Xendekê, Mamgûrî, Teyrê Baz û Difînê ya Cûdî dest bi birîna daran kiriye, hewl daye li vir kamerayên mobeseyê bi cih bikin û kûleyan ava bikin. Tîmên me yên bi tevger li qada Teyrê Baz du caran bi sabotajê li van dagirkeran dane. Piştre jî bi sabotajê li kepçeyekê hatiye xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 7’ê Cotmehê saet di navbera 06:00, 07:00 û 08:00’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi çekên giran ve bûn hedef. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 7’ê Cotmehê saet 09.50’an pergalek kamera ya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê yê Saca bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate rûxandin.

Di 7’ê Cotmehê danê nîvro, dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Botan yê Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, 5 caran bi taktîkên sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

Di 7’ê Cotmehê saet 11.00’an de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên Şehîd Agir ên li Qada Berxwedanê ya Sîda bi bombeyên qedexekirî bombebaran bikin, bi taktîkên sabotajê bûn hedef û dagirkerek hate cezakirin.

Di 7’ê Cotmehê saet 17:40’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemço ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve 2 caran bi çekên giran bûn hedef. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Di 7’ê Cotmehê saet 18:00’an de pergalek kameraya mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda bi cih kiribûn û li dûra wê mayîn wek xefik girêdabûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hat tespîtkirin. Hêzên me bi awayekî profesyonel pergala kameraya mobesse û sazkirina kemînê îmha kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş de ya Cenga Xabûrê;

Di 7’ê Cotmehê saet 11.00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketibûn tevgerê bi çekên giran ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatine hedefgirtin.

Di 7’ê Cotmehê saet 15:30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 7’ê Cotmehê saet 19:00’an de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi çekên ferdî hatin hedefgirtin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 7’ê Cotmehê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Saca, çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda û çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 14 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên arteşa Tirk a dagirker;

7’ê Cotmehê qada Deşta Kafya ya Garê, qada Golka ya Metîna û qada Şehîd Munzur ya Qendîlê 10 car bi balafirên şer hatin bombekirin.

7’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê FM dehan car bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

7’ê Cotmehê balafirên keşfê li ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

Arteşa dewleta Tirk a dagirker hewl dide çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ DIDOMIN

6 û 7’ê Cotmehê li Xakurkê hêzên Îranê dehan car bi obus û hawanan bombe li qadên Hornê û Girê Berbizinê yên herêma Goşînê barandin. Her wiha ev qad du caran bi balafirên biçêk û bêmirov ên hêzên Îranê ve hatin bombekirin.”