Li Silêmaniyê 4 kesên ji heman malbatê ji ber pêvegirtina ceyranê mirin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 4 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran ragihandin ku bûyer ji ber pêvegirtina ceyranê qewimî ye.

Li taxa Çiwarçira ya Silêmaniyê cenazeyê 4 kesên ji heman malbatê di malekê de hatin dîtin.

Rêveberiya Polîsan Saman Nadir têkîldarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û got: “Îro danê siharê, li taxa Çiwarçira ya bajarê Silêmaniyê cenazeyê 4 kesên ji heman malbatê di malekê de hatin dîtin.”

Hat ragihandin ku 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, dayîk, bav û du zarokên wan in.

Rayedaran diyar kirin ev bûyer ji ber pêvegirtina ceyranê rû daye û cenazeyan birin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Ji bo bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.