Komploya 9'ê Cotmehê li Dîlok û Semsûrê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Dîlok û Semsûrê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Çalakiya li Dîlokê ji aliyê rêxistinên partiyên DBP û HDP'ê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate lidarxistin.

Li Parka Yeşîlsû daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Avnî Bînîncî axivî û diyar kir ku daxwaza bingehîn a Kurdan bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di daxyaniYê de hate ragihandin ku şer, hêzên serwer li ser piyan dihêle û tecrîda tê ferzkirin sûcê şer e.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî endamên TJA'yê, rêxistina HDP'ê ya Bajêr, Partiya Çep Kesk û gelek ji şêniyên herêmê tevlî çalakiyê bûn.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, bila tecrîd bi dawî bibe, rêya çareseriyê bê vekirin" hate hildan.

Piştî daxuyaniya Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekîr Gurbuz dirûşm hatin qîrîn û çalakî bi dawî bû.