Li Wanê tevî dorpêça polîsan jî komplo hat şermezarkirin

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Wanê bi dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bila bimre komplo” hat şermezarkirin.

Di çarçoveya çalakiyên bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civakî yên sivîl de hate xwestin ku bi dirûşmeya “Em ber bi Azadiyê ve dimeşin” li Wanê meşek were lidarxistin. Li bajarê ku Midûriyeta Polîsan a Wanê dorpêç kirî, gel li 3 noxteyên cuda hate gelhev.

Di baskekî meşê de Cîgirê Hevserokên HDP’ê yên Giştî Tayîp Temel û parlamenter Sezaî Temellî di baskên din de jî parlamenter Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan cih girtin. Hemû kolanên ku meş lê were lidarxistin ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ DEST PÊ KIR

Midûriyeta Polîsan a Wanê ku avahiya HDP’ê ya Wanê dorpêç kir, nehişt gel ji avahiyê derkevin. Parlamenterên HDP’ê yên dorpêç şikandin, pişt re hatin qada ku koma din lê bû. Tevî astengkirinan jî baskê meşê yê Kolana Hunerê, gihişt Cadeya Cûmhûriyetê. Parlamenterên HDP’ê û gel ên li vir hatin dorpêçkirin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Midûriyeta Polîsan a Wanê êrîşî çalakiya ku dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bila bimre komplo” lê hatin berzkirin kir û herî kêm 40 kes destgîrkirin.

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel ê di çalakiya rûniştinê de bang li gel kir, wiha got: “Em ji bo komploya li dijî birêz Ocalan pêk hat şermezar bikin li vir bûn lê kolanên Wanê di bin dagirkeriyê de bûn. Di kolanan de hovane êrîş kirin. Dayikên me, rêveberên me û ciwanên me hatin destgîrkirin. Em ê vê daxuyaniyê teqez bikin. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwînin ber avahiya partiya xwe ya bajêr.”

TABLOYA TECRÎD Û KOMPLOYÊ

Piştî bangê bi sedan kes li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr kom bûn. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê li vir axivî wiha got: “Îro li Wanê me armanc dikir ku ji ber 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Kolanên bajêr di bin dorpêçê de bûn. Ev tablo komplo û tecrîda ku di destpêkê de me xwest nîşan bidin bû. Walîyekî ku xwe li jorê zagonan, makezagonê û parlamenterên hatine hilbijartin dibîne û polîsên wî yên talîmat dayî îro li Wanê careke din komplo pêk anîn. Me polîsên ku xizmeta cemaweriyê dikin nedîtin, me hêzên paramîlîter yên partiyekî li hemberî xwe dîtin. Vê dijminatî û zilmê careke din xwe li kolanên Wanê nîşan da. Tundî li dehan hevalên me hate kirin û hatin destgîrkirin. Ev mirov ji ber xwestin mafê xwe yê demokratîk pêk bînin hatin destgîrkirin. Hişmendiya faşîst ku tehamulî vê yekê nekir, bi rêya polîsan tundî li me kir.”

‘MUXATABÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK OCALAN E’

Temellî bal kişand ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha berdewam kir: “Li ser vê axê tecrîdek heye. Ji ber tecride giran û komploya li birêz Ocalan hatiye kirin ev erdnîgarî hewl tê dayîn mehkumî zilm û şer bê kirin. Ji ber vê komploya ku serokwezîrê demê jî nekarî fêm bike, em mehkûmî vê dojehê hatine kirin. Encamên vê komployê zilm, xwîn rijandin û tundiya ku ev 24 sal in em pê re dijîn e. Ev yek pergaleke bi mejiyê dewletê hatiye avakirine. Em neçarin çareseriya vê pirsgirêkê demildest bi muxatabê wê re biaxivin. Muxatabê çareseriya demokratîk Ocalan e. Ev tecrîda li ser Ocalan tê sepandin ji bilî xizanî, tundiyê tiştekî din neaniye û naîne jî. Heta ku hûn pirsgirêka kurd çareser nekin hûn ê ne aramiyê ne jî aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.”

‘EM Ê TECRÎDÊ JÎ FAŞÎZMÊ JÎ BIŞIKÎNIN’

Temellî, bi gotinên “heke we ew mase serûbin nekiribûya û di çareseriyê de israr bikira, hûn ê îro neçar nemabûna ku tehamulî vê pergala faşîst bikirina” û got: “Banga me li siyasetê û civakê ye. Niha dem dema danîna maseyê, vekirina rêya çareseriya demokratîk e û hevdîtina di nava tifaqa demokrasiyê de ye. Kesên îro bêyî dîtina tecrîd û komployê hewl didin siyasetê bikin, Îmraliyê tine bihesibînin, weke demokrasiyê bînin ser maseyê, di rastiyê de ji bilî dewamiya vê pergalê ne tiştek e. Em naxwazin di nava vê pergalê de bijîn. Em dixwazin pergaleke heq û hiqûqî ava bikin. Em dixwazin weke hemwelatiyên wekhev bijîn. Em baş dizanin ku rêya vê jî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber wê yekê meşa Gemlîkê ku me di 12’ê hezîranê de dabû destpêkirin bi awayekî israr û bi biryar berdewam dike. Hûn ê nikarin me rawestînin û asteng bikin. Em ê tecrîdê jî û faşîzmê jî bişikînin.”