'Li welat cihekî ji bo min çêbikin'

Yek ji kesên ku li gel Rêberê Gelê Kurd perwerde dîtî Rûbar Spêndarokî diyar kir ku Ocalan bi komployên li ser dihatin gerandin pê hesiyabû û her koma dihat ji bo wan digot: “Li welat cihek ji bo min çêbikin.”

Em dikevin sala 24’an a destpêkirina Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Yek ji kesên ku li gel Rêberê Gelê Kurd perwerde dîtî Rûbar Spêndarok e ku wê demê li gel Ocalan perwerde dîtiye û ew pêvajo borandiye, qala wê demê û rewşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah têde dijiya, çawa nêzîkî pêvajoyê dibû kir.

‘DI TEQÎNA LI ŞAMÊ DE DESTÊ HINEK SERPELÊN SÛRIYE Û NAVXWE HEBÛN’

Rûbar Spêndarokî diyar kir ku komplo 1996’an destpê dike û got: “Piştî bombeya li Şamê teqandî, Serokatî nêrînên xwe yên vê derbar bi hemû hevalan re parve kir, ji ber ku di vê teqînê de destê hinek serpelên Sûriye û dîsa destê navxwe hebûn. Teqîna pêk hatî, nêzî akademiyê bû, Serokatî li wir nebû. Di encamê de zirarên madî bûbû, camên şibakeyên avahiyan şikestibûn. Piştî vê teqînê hem rejîma Sûriye û hem jî Tevgera Apoyî kir ku xwe li ber çavan re biborîne. Gefên mezin li ser Sûriye hebûn.”

PIŞTÎ TEQÎNÊ PÊVAJOYEK NÛ BÛ; ‘NEFESÊ LI MIN DIÇIKÎNIN, ÇIMA NIKARIN CIHEK PEYDA BIKIN JI BO MIN’

Spîndarokî anî ziman ku ew sala 1997’an çûn gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Spêndarok qala nêzîkatiya Ocalan a teqîna sûîkastî ya li Şamê li ber wî hatî danîn kir û ev got: “Serokatî bi rengekî pir cidî li ser teqîna bombeyê disekinî. Gihabû wê yekê piştî teqîna bombeyê pêvajoyeke nû destpê kiriye, weke heta niha nameşe. Serokatî ketibû wê ferqê. Serokatî tiştek pir balkêş got: ‘Ew 19 sal bû bi rêveberiya Şamê re aktîf têkilî hebûn, carekê ez pir ketim nava zoriyê. Hafiz Esad bang min kir, ez çûm wir, rûniştim. Gotina ewil kir, ji ber dostek pir hêja bû, serokatî nirx dida. Got; eger tu li ser kursiyê li ser hinek bihejî, em ji bin te derxînin’ gotinek wiha kiribû. Serokatî li vir diyar dike ku ew tehdît dijimin ên navxweyî ne. Li vir serokatî, dibêje; ‘Ewqas min we bi derfet û şert-mercên herî zemet perwerde kir, ava kir; bi çek û rext kir, ez li vir di nava mercên zehemt de me, hewl didin nefesê li min biçikînin, çima hûn nikarin cihek ji bo min peyda bikin? We agahî li min nîne.’ Serokatî digot; ‘Ew bingehê berî 18 salan hatî danîn li Sûriyeyê êdî hejiyaye, divê em çareseriyek ji bo wê bibînin.’ Her çi komên ji welat dihatin perwerdeyê Serokatî ji bo wan digot; ‘Li welat cihek ji bo min peyda bikin.’

‘LI SER GOTINÊN SEROKATÎ HEVALAN TEV NÎQAŞ DIKIR’

Em jî û heval tev jî li ser van gotinên Serokatî nîqaş dikir, Serokatî dixwaze biçe welat, em çima nikarin bibin. Em ê bikarin bibi, li kûderê bicih bikin. Ev nîqaş tev dihatin kirin. Serokatî hemû hesab dikir, gelo berê xwe bide çiyayê Kurdistanê wê hejmara gerîla bibe çiqas, dîsa wê êrîşên topyekûn yên dijmin çiqas li wir bên kirin, ev yek ji bo hemû hevalan digot û li ser wî esasî divê hûn cihek amade bikin.”

‘PIŞTÎ SEROKATÎ JI ŞAMÊ DERKET, NÛ HINEK TIŞT KETIN FERQA CIDÎBÛNÊ, LÊ DIRENG KETIN’

Rûbar Spêndarokî qala derketina Ocalan a ji Şamê kir û wiha domand: “Destpêkê zêde di warê nirxandinên Serokatî yên li ser komployê me fam nekir û lewaz bûn li ber, piştî Serokatî ji Şamê derket, nû gelek heval gihan wê yekê ku gotinên Serokatî yên hatîn kirin çiqasî cidî û diviya bû demildest çareseriyek bihata peydakirin, lê mixabin êdî direng mabûn. 

‘ZÛ MIN JI VIR XILAS BIKIN, MIN BIBIN WELAT’

Dema xatir xwestinê Serokatî hat em yek bi yek himêz kirin, li vir destê hevalek bi navê Seyfî girt û got: ‘Zû min ji vir xilas bikin. Min bibin welat.’ Koma me ya bihara sala 1998’an bû. Em derbasî welat bû, wê demê hewldanê hinek hevalan hebû ku Serok ji wir derxîne hebûn. Amadekarî hate kirin, cih jî hate çêkirin. Hemû amadekarî ew bû ku Serokatî derbasî welat bikin.

‘PIRSA KURD LI SER ESASÊ SIYASÎ Û DÎPLOMASÎ ÇARESER BIKE’

Di carekê de me bihîst Serokatî berê xwe da Ewropa. Me ji hevalan pirsî ku Serokatî bê welat, çima berê xwe da Ewropa? Hevalan anî ziman ku eger Serokatî were welat, wê dijimin bi topyekûn bi hemû hêza NATO li qada lê ye êrîşan bide destpêkirin ji bo Serokatî tine bike, ji bo wê Serokatî wê biçe Ewropa mijara Kurd di warê siyasî û dîplomasî de hewl bide çareser bike.”

‘A HERÎ ZÊDE SEROKATÎ PÊ ÊŞIYA HEVALTIYA KÊM A TEVGERA ME BÛ’

Spêndarok anî ziman ku çûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Ewropayê dîsa çûna Yewnanistan û Rûsyayê bi xwe re krîzên nû anî û got: “Piştî wê heval nû ketin ferqa wê yekê ku Serokatî ket kemîna hinek kesên me. Mijara herî zêde Serokatî êşandî hevaltiya kêm a tevgera me bû.

‘GEL Û GERÎLA BI RUHÊ FEDAYÎ AMADE BÛ’

Bi girtina Serokatî re em şok bûn. Jiyan tevizî. Gel pêşniyar ji bo rêxistinê dikir ku biçin li kû û çawa dibe tola Serokatî hildin. Hemû heval bi rengê fedayî amade bûn. Hemû heval di nava çalakiyê de bûn, ji bo bikarin bidin nîşandan ku Serokatî ne tenê ye, gerîl û hêza wê heye ku li her derê çalakî bike. Çalakiyên pir xurt hatin kirin. Gel li ser piya bû. Di nava gel û gerîla de têkiliyek xurt hebû. Wan wisa dizanîn bi girtina Serokatî re wê gerîla tesfiye bibe û ew jî gel bifetisîne. Berovajî wê derket, hemû pîlanên wan vala derket.”