Li Amedê komplo hat şermezarkirin

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amedê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî Çand a bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an a Amedê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş hat lidarxistin. Girse, li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate ba hev û ber bi Cehdeya Emek a Rezanê ve meşiya.

BI TILILIYAN PROTESTO KIRIN

Koma ku gihiştî Cehdeya Emekê, ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag, parlamenterên HDP’ê Erdal Aydemîr û Îmam Taşçier û Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Birêxistinkirinê Berpirsyar Ozlem Gunduz jî di nav de bû, di bin dorpêça polîsan de komplo bi tililî û çepikan şermezar kir.

CIWAN BI DIRÛŞMAN MEŞIYAN

Li ser astengkirinên polîsan, ciwanan li ser Cehdeya Sakaryayê dest bi meşê kirin. Di dema meşê de ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Meşa ciwanan a li kolanên Rezanê didome. Li hêla din dorpêça polîsan a li ser girseyê jî berdewam e.

Girseya li ser Cehdeya Emekê, ji hêla bi sedan polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Di encama êrîşa polîsan de Hevserokên HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û Gulistan Atasoy û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun jî di nav de herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin.

‘GELEK TENGEZAR BÛNE‘

Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dorpêça Emniyeta Amedê da û wiha got: “Yên ku sûc dikin, ew kes in ku fermanên derqanûnî pêk tînin. Li welat tiştekî bi navê makeqanûnê nema ye û çalakî û xwepêşandan nayên kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayekî derqanûnî û bi rêbazên îllegal hewl didin zextê li mirovan bikin. Li welêt, mafya bi rehetî tevdigere, xweza tê talankirin, girtîgeh di nava êş û azaran de ne û protestokirina komploya navneteweyî qedexe ye. Bi rastî jî zêde tengezar bûne. Dê nekarin bi rêya tirsê desthilatdariya xwe bidomînin. Dê di demekî herî kin de ew jî biçin ser sergoya dîrokê. Wezîrê karên hundir ê bûye wezîrê sûcan û hêzên ewlekariyê jî tevî van sûcên xwe dike.”

‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE‘

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha bertek nîşan da: “Ev dorpêça li vê derê, nîşaneya rewşa Tirkiyeyê ye. Em, her kesên tiliya wan di Komploya Navneteweyî de şermezar dikin. Komplo, îro bi tecrîd û krîzên heyî didome. Bi rêya tecrîdê êşkence li gelê me tê kirin. Çareserkirina aloziyan, bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina aştî û demokrasiyê, li Îmraliyê derbas dibe. Ji bo çareserkirina aloziyan, birêz Abdullah Ocalan şensekî mezin e. Heta ku tecrîd hebe, dê alozî jî bidome.”

‘EM Ê JI BO AZADIYÊ TÊBIKOŞÎN’

Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser bandora tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Sedema domandina tecrîda li Îmraliyê, bêdengiya niha ye. Heke daxwazeke bo demokrasî, azadî û pêkvejiyanê hebe, divê hemû kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Dorpêç û zext çiqas giran dibin bila bibin, em ê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan heta dawiyê têbikoşin.”

Dorpêça polîsan berdewam e.