Dilek tije eşqa niştîman: Adil Amed

Gerîlayê HPG'ê Adil Amed 16 salan ji Başûr heta bi Bakur bênavber têkoşiya. Sala 2021'ê tevlî Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bû. Di êrîşa dewleta Tirk de li Wanê şehîd bû.

Bîr û ramanê Apoyî piştî ew hemû bê hêvîtî û dagirkeriya ku dijminên gelê Kurd li ser Kurdistanê birêve dibin, di dilê gelê me li her çar beşên Kurdistanê bû hêvî û berhemeke nû ya têkoşîna gelê Kurd. Tevgera Apoyî ji bo Rojhilatê Kurdistanê piştî têkçûna serhildanên berê, dara jiyanê ji nû ve şîn kir. Ew dare di 15’ê Sibatê de zêdetir geş bû û heta roja me ya îro bûye dareke qawîm û bi berhem ku siyasetên dewleta Îranê ya dagirker ti carê nikare rehên wî darî qut bike. Sal bi sal ku derbas dibin dara hêviyê ya gelê Kurd zêdetir berhemên xwe dide û vê yekê di dilê hemû gelê niştîmanperwer û azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê hêviya azadiyê zêdetir kiriye û asta têkoşîna li hemberî neyaran bilindtir dike.

REHÊN VÊ DARA NÛ EWQASÊ ZEXME KU TI BIWIR Û DASEK NIKARE WÊ QUT BIKE

Paradîgmaya Rêber Apo jiyaneke nû nîşanî hemû cîhanê û bi taybetî Rojhilata Navîn da û li Kurdistanê jî ew jiyana nû hêdî hêdî misoger dibe. Pêkhatina vê paradîgmayê li Rojavayê Kurdistanê wisa li hêzên sermayedar kir ku êrîşî paradîgmaya demokratîk bikin û bixwazin vê paradîgmayê tune bikin, lê haya wan jê nebû ku rehên vê dara nû ewqasê zexme ku ti biwir û dasek nikare wê qut bike. Şerê li dijî vê hişmendiya dagirker bû daxwaza hemû gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê û bi yekîtiya ku gelê Kurd li dijî wî dijminî ava kiriye re, neyar li hemberî hêza vê paradîgma û yekîtiya gelê Kurd têk şkand.

Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo bihêzbûna vê darê tevlê vê têkoşînê bûn û bi xwîna xwe ev dar av dan û hêviyên dayik û bavên xwe pêk anîn. Gelê Rojhilat di hemû şoreşên Kurdistanê de bi ruheke fedayî li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê şer kiriye û niha jî dixwaze di tevgera Apoyî de têkoşîna xwe li dijî dagirkeran bidomîne. Ji bo wê jî amade ne ku canê xwe feda bikin û di vê rêyê de bi sedan canên xwe yên pîroz feda kirine.

ŞEHRAM BI GIŞTÎ CAN Û DILÊ XWE JI BO VÊ EVÎNÊ FEDA KIR

Şehram Xusrewî ku sala 1988’an li bajarê Seqiz tê dinê, hîn di temenê xwe yê zarokatî de bû ku welatparêzî û serî netewandina malbata wî ya li hemberî dijminên Kurdistanê bala wî dikişîne û wisa dike ku ew jî hîn ji zarokatiyê ve evîna welat di dilê xwe de mezin bike û bi vî eşqî xwe ava bike û dema mezin bibe ji bo vî eşqî canê xwe feda kir.

Şehram di temenê xwe yê ciwantiyê de tevgera Apoyî nas dike û bîr û ramanê Apoyî bala wî ciwanê welatparêz dikişîne. Piştî 15’ê Sibata 1999’an hemû cîhanê heskirina gelê Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo Rêberê Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dît. Wan serhildanan di dilê ciwanên Rojhilatî de jî hêviya bi azadiyê zêdetir kir û ciwanên vî welatî zêdetir girêdayî vî eşqî kir. Şehram ew qasê ev eşqe di dilê xwe de mezin kir ku êdî digihîje astekê ku bi giştî can û dilê xwe fedayê vê eşqê bike. Lewre sala 2005’an biryara tevlêbûnê dide û tevlê nava refên têkoşîna Apoyî dibe.

DESTPÊKÊ HEVALTIYA PAQIJ A PKK’Ê BALA WÎ DIKIŞÎNE

Şehram di vî riyê de ji bo ku li ser xaka Kurdistanê edalet û dadperweriyê pêk bîne û hemû zalimên li ser gelê Kurd ceza bike, navê xwe kir Adil Amed. Adil Amed bi tevlêbûna xwe ya tevgera Apoyî zêdetir di felsefeya jiyana nû de kûr bû û zêdetir hêza vî tevgerî hîs kir û têkoşîna ji bo armanca vî tevgerî ku azadiya Kurdistanê ye bilindtir kir. Mîna hemû ciwanekê ku dema tevlê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe, destpêkê hevaltiya paqij a PKK’ê bala wî dikişîne û wisa lê dike ku ew xwe jî bike beşe ji wê hevaltiyê û li beramberî hevrêyên xwe hevrêtiyeke rast birêve bibe.

BI TEVLÊBÛNA NAVA TEVGERA AZADÎ VE ZÊDETIR HEQÎQETA VÊ FELSEFEYÊ FÊM KIR

Fikir û ramanê Rêber Apo ku ta ji destpêka naskirina wî ya bi vî tevgerî ve bala wî kişandibû, bû sedem ku ta hem wê demê û heta beriya ku tevlê bibe jî lêkolîn bike û bi xwendina manîfestoya Rêber Apo, manîfestoyeke nû ji bo jiyana xwe peyda bike. Bi tevlêbûna xwe ya nava tevgera azadiyê zêdetir heqîqeta vê felsefeyê fêm kir û tevlê vî riya ku ketiye serê bibe û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê têkoşîna li dijî dijminên gelê Kurd û bi taybetî dewleta Tirk a faşîst bilindtir û bihêztir bike. Heval Adil bi pêkhatina paradîgmaya Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê ji xwe re got ku pêwîste li her çar beşên Kurdistanê ev paradîgmaye ava bikin û destê dagirkeriyê li ser xaka xwe kurt bikin. Ji bona wê jî zêdetir girîngî da têkoşînê û xwe girêdayî azadiya welat kir.

BI TEVLÊBÛNA NAV PÊNGAVÊN BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ ERKÊ XWE YÊ DÎROKÎ YA LI HEMBERÎ DIJMIN PÊK ANÎ

Adil Amed bi hestê berpirsiyartiyê ya li hemberî azadiya Kurdistanê erk û rol da ser milê xwe û li gelek herêman erkê fermandariyê bicîh anî û tevî wê yekê jî tu carî xwe bes nedît û her tim têniyê fêrbûn û fêrkirinê bû. Bi hêrs û kîna ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker hebû tevlê gelek çalakiyan bû gelek çalakî birêve bir. Bi tevlêbûna nav pêngava Bazê Zagrosê û Cenga Xabûrê erkê xwe yê dîrokî ya li hemberî dijmin pêk anî û bi coş û kelecanekî mezin û bi hestê tolhildanê û misogerkirina serketinê tevlê çalakiyan dibû.

EŞQEKEÎ HEVBEŞ DI NAVA HEMÛ HEVALAN DE

Heval Adil Amed li Qendîlê dest bi gerîlatiyê kir û bi dirêjahiya rê de li herêmên Avaşîn, Metîna û Heftanînê erkê xwe yê şoreşgerî bicîh anî û herî dawî bi pêşniyara xwe derbasî eyaleta Botanê bû. Li Bakurê Kurdistanê ji ber hestê ku zêdetir nêzî dijminê xwînxwar e, têkoşîna xwe zêdetir bilind kir û di asteke fedayî de pêşengî û fermandarî ji hevrêyên xwe re dikir. Di çalakiyan de pêşengî dikir û bi hêrsa çendîn salan derb li dijmin dida. Adil Amed li herêma Wanê di operasyonekî ku dewleta Tirk a dagirker dabû destpêkirin de bi qehremanî şer kir û heta dilopa dawî ya xwîna xwe dilsozê eşqa di nav dilê xwe de bû û ji bo eşqa azadiyê canê xwe feda kir û tevlê karwanê nemiran a Kurdistanê bû. Bê guman eşqa ku di dilê heval Adil de bû, eşqekî hevbeş di nava hemû hevalên wî de ye û ev eşqe heta gihîştina armanca tevgera azadî di dilê hemû şoreşgerên Apoyî de mayînde ye. PKK tu caran xwîna şehîdan li ser erdê nehiştiye û ji bo gihîştina xeyalên şehîdan her yek ji hevrêyên heval Adil bi can û dil têkoşîna li dijî dijminên gelê Kurd didomînin.