HDP’yî çûn serdana Dayika Şenyaşar

Şandeya HDP’ê çûn serdana Dayika Emîne Şenyaşar a di berxwedanê de ye û xizmên wê ji aliyê AKP’yiyan ve hatibû qetilkirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 579’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbata ku hate ber avahiya edliyeyê, li ber bariyerên polîsan bi rûniştinê dest bi nobetê kir.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokwekîlê Meclîsê yê HDP'ê Nîmetûllah Erdogmûş, parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçin, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku qeyûm tayîn şûna wê hate kirin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê û gelek endamên partiyê serdana malbatê kirin. 

Malbatê şande bi nivîsa “edalet” a di destê wan de pêşwazî kir. Ferît Şenyaşar kaxizên ku “edalet” li ser dinivîsîn bi bariyerên hesin ên polîsan ji bo dorpêçê danîne ve kirin. Şandeyê demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a di serdanê de axivî, bertek nîşanî dorpêçkirina polîsan a qada nobetê ya bi bariyeran da û wiha got: “Edalet ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Malbat nêzî 600 roj in di nobetê de ye lê hêj jî tê dorpêçkirin. Ev nêzîkatiya desthilatê ya edaletê ye. Edalet îro li pişt barîkatên polîsan xwe vedişêre. Di dosyayê de her tişt heye lê tê veşartin. AKP bi mafyayan re dixebite. Tu cînayet di tariyê de namînin, dewlet dixwaze di tariyê de bihêle. Faîlê sereke yê komkujiyê niha di Meclisê de di nav refên AKP’ê de rûdine. Edalet rizî. Şûna ku polîs malbatê binçav bikin bila biçin ji wekîl û ji kujeran hesab bipirsin. Ji ber AKP bûye çete dixwaze ser bûyerê nixûmîne. Em dizanin ku ‘wezîrê karên sûc’ çawa pêşiyê li ber komkujiyan vedike. Bila vê baş bizanin, em ê piştgiriya malbatê bidomînin. Heta ku edalet were em ê têbikoşin. Ev edalet ji bo me hemûyan lazim e. Me malbat qet tenê nehişt û em ê nehêlin jî.”

 Şandeyê demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt.