226 kesan êrîşên Îran û Tirkiyeyê şermezar kirin

Li herêma Kurdistanê 226 çalakvan, ronakbîr û kesan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê şermezar kirin.

226 çalakvan, rewşenbîr û kesayetên Herêma Kurdistanê dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îran yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniya xwe bang li hemû rayedarên Hikumeta Iraq û Herêmê kirin ku rê li êrişên dewleta Tirk û Îran yên ser Herêma Kurdistanê bigirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bênavber dewam dikin. Tevî rojane êriş pêk tên, hikumeta Iraq û Herêmê bêdeng in. Nerazîbûna li dijî êrişan roj bi roj berfireh dibe.

226 rewşenbîr, çalakvan û kesayetên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê dijî êrişên dewleta Tirk û Îran yên li ser Herêma Kurdistanê bang kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Her roj Herêma Kurdistanê bi hincetên cuda ji aliyê Îranê ve tê topbaran kirin, di encama bombebaranê de gelek cihên sivîlan bûn hedef, di heman demê de tirsek mezin ketiye dilê xelkê sivîl. Zirarek mezin li welatiyan bûye û li herêmên ser sînor xelk ji gundê xwe bûne û malên xwe vala kirine. Li rex bombebarana Îranê ku tê de çekên giran û balafiran bi kar tîne, dewleta Tirk jî bi salane sînor derbas dike. Binpêkirinên van her du dewletan dijî hemû prensîbên yasayî yên navnetewî, guh nedana berjewendiyan, serweriya xak, xelk, dewleta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Ev dewlet dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî, li ser hesabnekirina serweriya xaka Iraq, jiyan û selematiya welatiyên Iraq û herêmê, derxin derveyî sînorên xwe. Divê pirsgirêkên her du welatan di nava wan welatan bi xwe de were çareserkirin, bila ne rewşa Iraq û herêmê bi lewazî bigrin û ji bo van binpêkirinan ji bo xwe weke derfetek bibînin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, konsolosên welatên Ewrupa û Emerîkayê dikîn, ji bo rê li van metirsiyan bigrin, bi rola xwe rabin. Bi awayek cidî vê metirsiya ku rojane xelkê herêmê tê terorkirin, rojane balafir li ser asmanê herêmê ji bo sîxurtiyê bikartînin, bibînin.

Em bang li serokkomarê Iraqê, serokwezîrên Herêm û Iraqê, serokên parlamentoya Iraq û Herêmê dikîn, helwesta xwe ya li dijî van binpêkirin û metirsiyan bînin ziman. Ji bo ku ev binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê werin rawestandin, dengê xwe bilind bikin.”