HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin

Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser şer wiha ye:

"Artêşa Tirk a sûcdarê şer, dike nake nikare berxwedana me ya dîrokî bişikîne, ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedaî li dijî êrîşa dagirkeriyê şer dikin. Tevî ku artêşa Tirk bi her rê û rêbavzên şerê qirêj êrîş dike, li hemberî gerîlayên me yên azadiyê nikare encamê bi dest bixe. Tîmên me yên bi tevger ku li çeperên şer bi rengê fedaî şer dikin û cografya Kurdistanê bi serketî bi kar tînin, derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger dixin. Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 13 caran bi balafirên şer, bi dehan carî jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir, bi dewamkirina şerê qirêj careke din sûcê şer kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dagirkerên ku dixwestin sîstema kamera ya mobesse li derdora çeperên şer ên li Şehîd Felat bi cih bikin, bûn hedefa hêzên me. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man xwe vekişînin. Saet di 16:00 de careke din derb li dagirkeran hate xistin.

8'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, dagirkerên ku xwestin li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Felat lastîk bişewitînin û dûyê bi jehr bixin hundirê çeperên şer, bûn hedefa hêzên me. Bi destwerdanê re dagirkeran nekarî lastîkan bişewitînin û bi astekê xwe vekişandin.

8'ê Cotmehê saet di 06:30'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xistin.

8'ê Cotmehê saet di 13:50'î de bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan ê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

6'ê Cotmehê saet di 16:00 de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên ku ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn ve diçûn, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirker piştî çalakiyê ji hev belav bûn û li çeperên kom bûn. Di vê kêliyê de jî çalakiyeke sabotajê hate kirin û 3 dagirkerên din hatin cezakirin. Di encama van çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

8'ê Cotmehê saet di 09:00 de li herêma Xakurkê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

8'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Çemço çeperên şer ên li Şehîd Aryen, Şehîd Serxwebûn û Şehîd Bahoz, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Felat bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 6 caran hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7 û 8'ê Cotmehê qadên Girê Ortê, Golka, Serê Metîna, Şêlazê û zeviyên gundê Bêşilê yên Metînayê, her wiha Geliyê 44'an ê Xakurkê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Cotmehê Girê Ortê, Girê FM, Girê Fila û Çemço yên Metînayê û Geliyê Lolan ê Xakurkê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

8'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Saca û Sîdayê geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne."