KCK: Li dijî êrîşên kîmyewî divê her kes bikeve nava liv û tevgerê!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî jî di nav de bi her cûreyî li dijî mirovahiyê sûc dike û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin. Her wiha ji heyetên serbixwe jî xwest ku lêkolînê bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî daxuyaniyek weşand.

KCK'ê got, "Piştî ku HPG'ê ragihand li Zap, Metîna û Avaşînê 17 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û hin belgeyên li ser vê mijarê weşand, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ketin rojeva raya giştî û bûn mijara nîqaşê. Li ser vê yekê hin kesayet û saziyên demokratîk ên xwedî hestê berpirsyariyê, bi mijarê ve daketin û helwesta xwe nîşan dan. Yek ji van jî Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk Birêz Şebnem Korûr Fîncanci ye. Seroka TTB'ê Birêz Fîncanci guh da dengê wijdan û heqîqetê û diyar kir ku belgeyên hatine weşandin cidî ne û artêşa Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar aniye. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ji ber ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye, bi eşkerebûna vê rastiyê re kete nava panîkeke mezin û bi ser wan mirov û saziyan ve çû ku mijar xistin rojevê. Birêz Fîncanci jî ji ber vê yekê hedef hate nîşandan û hate destgîrkirin. Destgîrkirina kedkarên çapemeniya azad jî ji ber eşkerebûna sûcên AKP-MHP'ê yên bikaranîna çekên kîmyewî û karên nelirê ye. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst a li ser sûc hate zevtkirin, bi rê û rêbazên bêdengkirin û zextê wê nikaribe sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê binixumîne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst û artêşa Tirk a dagirker di şerê dijî gerîla de ji destpêkê ve çekên kîmyewî bi kar aniye û ev rewş bi belgeyan hatiye destnîşankirin. Me; Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê beriya niha gelek caran eşkere kiribûn ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û diyar kiribûn ku divê bala her kesî li ser mijarê be. Lê belê ev mijar bi têrkerî neketibû rojevê. Hin hêz û derdorên xwedî hesta berpirsyariyê guh dabûn daxuyanî û bangên me, heta astekê helwest hatibû nîşandan û van hêzan xwestin heyetan bişînin qadên şer, lê belê ev mijar bi têrkerî nebû bû rojev û sûcên şer ên AKP-MHP'ê nekarîbû bi berfirehî kifş bike. Heyetên ku ji bo xwe bigihînin qadên şer hatin Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin. Ji ber vê yekê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel neçar ma ku hin belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li ber dest, biweşîne."

ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ DI NAV DE DEWLETA TIRK BI HER CÛREYÎ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ LI HEMBERÎ KURDAN DIKE

KCK'ê got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst û hevkarên wê bi hêrs û panîkê bikaranîna çekên kîmyewî red kirin ku ev nêzîkatiya wan encamek ji psîkolojiya sûcdariyê û nixumandina rastiyê ye" û wiha dewam kir: "Daxuyaniya rayedarên artêşa faşîst ku dibêjin di envantera wan de çekên kîmyewî nîne, hewldanek ji bo nixumandina rastiyê ye. Ne gelê Kurd ne jî hêz û saziyên demokratîk ji vê bawer dikin. Di envantera dewleta Iraqê de jî çekên kîmyewî tune bûn û DYE'yê dema ku Iraq dagir kir çekên kîmyewî nedîtibû. Lê belê rejîma Saddam Huseyîn li Helebceyê çeka kîmyewî bi kar anî. Lewma ev daxuyaniyên rayedarên artêşa dagirker û faşîst bêqîmet in. Gelê Kurd baş zane ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ji berê ve di kîjan astê de sûcên li dijî mirovahiyê dike, ji ber ku ev rastî bi serê wan ve hat, dît û hîn bû. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û artêşa dagirker ne cara yekê ye ku li hemberî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk ji berê ve di şerê dijî Kurdan de çekên kîmyewî jî di nav de bi her rê û rêbazên qirêj û neexlaqî sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Her kes pê zane ku ne tenê gelê Kurd di heman demê de yên ku bi çekên kîmyewî komkujî kirin jî li vê rastiya dewleta Tirk mikur hatin. Ev hemû bi belge ne û ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lewma divê bi hişmendiyeke bi vî rengî ya dîrokî nêzîkatî li dewleta Tirk û artêşa wê re bê nîşandan."

DAXUYANIYÊN ARTÊŞA FAŞÎST NE RAST IN

Di dewama daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk di gelek komkujiyan de ku bi serê Kurdan ve anî, çekên kîmyewî bi kar anî û pêwîstî pê nedît ku vê rastiyê veşêre. yek ji cihên ku bi çekên kîmyewî komkujî lê hate kirin û ya herî naskirî Dersim e. Di sala 1938'an de di êrîşa li ser Dersimê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn, Kurd hatin qirkirin û sûcekî mezin li dijî mirovahiyê hate kirin. Li hemberî mirovên li Dersimê ji komkujiyê reviyan çiyê û xwe li şikeftan girtin, gazên kîmyewî hatin bikaranîn û li şikeftan bi rengekî komî hatin qetilkirin. Hestiyên kesên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin li van şikeftan hatin dîtin. Kesên ku li Dersimê bi gaza kîmyewî komkujî kirin, li vê kiryara xwe mikur hatin. Dewleta Tirk li Agirî û Geliyê Zîlanê jî di dema komkujiyê de çekên kîmyewî bi kar anî. Ji xwe wê demê ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî ne qedexe bû, dewleta Tirk a mêtinger qirker ev rewş veneşart, eşkere kir û pê pesnê xwe da. Yekane tişta ku dewleta Tirk di vê der barê de kir ew bû ku ji komkujiyên xwe re hincet peyda kir. Hingî jî raperîna Kurdan ji bo xwe kiribû hincet.

Ji ber ku di vê serdemê de bikaranîna çekên kîmyewî li tevahiya cîhanê weke sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin û li hemberî yên vî sûcî dikin helwesteke tund tê nîşandan, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst hewl dide bikaranîna çekên kîmyewî veşêre. Hewl dide mirovên ku vê eşkere dikin, di vê mijarê de fikrê xwe dibêjin bêdeng bike. Mijarên delwet, milet û welat dide pêş, hestên neteweperestiyê sor dike û bi vî rengî hewl dide mirovên ku rastiyê tînin ziman bêdeng bikin. Li hemberî vê yekê divê dengê rastiyê bê zêdekirin û xwedî li wan mirovan bê derketin ên ku rastiyê tînin ser ziman. Mirov her tiştî bide aliyekî jî, mirovbûn têrê dike ku mirov li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê rabe. Ji bo kesên ku helwesteke bi vî rengî nîşan nadin, şaş e ku qala mirovbûna wan bê kirin. Heta niha ne tenê 17 heval, di şerê salekê de zêdeyî 80 şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Artêşa Tirk a dagirker beriya niha li Werxelê, li Tepê Sor çekên kîmyewî bi kar anî. HPG'ê ev hemû di demên cuda de bi raya giştî re parve kir, li ser cûreyê çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn, her wiha têkildarî reng û bandora wan agahî da. Li gorî van agahiyan eger lêkolîn bê kirin, wê asta sûcên şer ên hatine kirin baş bê fêhmkirin. Lewma daxuyaniyên înkarkirinê yên rayedarên artêşa faşîst ne rast in. Dewlet û artêşa Tirk sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê ku di salên 1990'î de kir û şebekeyên xwe yên kuştinê bi salan veşart, înkar kir. Piştî ku demeke dirêj di ser re bihurî bi taybetî hebûna JÎTEM'ê hate qebûlkirin û eşkere bû tiştên dihatin gotin rast bûn.

PDK JÎ ŞIRÎKÊ SÛCÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER E

PDK jî bi desteserkirina amûr û alavên gerîla yên ji bo xweparastina ji şerê kîmyewî, her wiha bi astengkirina heyetên dixwestin xwe bigihînin qada şer ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, nîşan da ku ew şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina Kurdan ên artêşa Tirk a dagirker û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst a dijminê Kurdan e.

DI SERÎ DE OPCW Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIVÊ HEMÛ HÊZ LI HEMBERÎ SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Helwesta ku hêzên navneteweyî heta niha nîşan dan, tê wateya hevkariya li sûcên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst. Tevî ku zanin dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, heta niha helwestek nîşan nedane. OPCW tevî ku di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de xwedî berpirsyarî ye, nîşandana helwestê li aliyekî heta niha ti serlêdan jî qebûl nekiriye. Li aliyê din, çekên kîmyewî, teknîk û çekên ku di qirkirina Kurdan de têne bikaranîn bi giranî ji aliyê DYE, Ewropa û hêzên NATO'yê ve radestî hêzên Tirk têne kirin. Ev helwest û nêzîkatiya hêzên navneteweyî ne li nava gelê Kurd ne jî li nava mirovahiyê tê qebûlkirin. Girîng e dest ji vê helwestê berdin û nebin şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê ku AKP-MHP a faşîst bi dijminatiya li Kurdan dike. Bi taybetî OPCW û Neteweyên Yekbûyî divê DYE, dewletên Ewropayê û hêzên pêwendîdar hemû li hemberî van sûcên şer ên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Naxwe wê ji aliyê gelê me ve sûcdar bêne dîtin.

JI BO RASTÎ EŞKERE BIBE DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE LÊKOLÎNÊ BIKIN

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst û rayedarên artêşa dagirker ji ber ku sûcdar in bi zimanekî êrîşkar red dikin ku çekên kîmyewî bi kar anîne û yên ku vê rastiyê tînin ziman jî dikin hedef. Ev nêzîkatiya AKP-MHP'ê bi tena serê xwe rastiyê radixe pêş çavan. Madem çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, wê demê tu çima êrîşî wan mirovan dike ku vê yekê tînin ziman, tu çima wan digire. Bi vî rengî dixwaze nehêle rastî eşkere bibe. Lê belê ev mijar gelekî girîng e û ji bo eşkerebûna rastiyê girîng e her kes bikeve nava hewldanan. Ji bo rastî bê fêhmkirin, divê heyetên serbixwe biçin qadên şer û lêkolînê bikin. Em bangekeke bi vî rengî hem li saziyên fermî hem jî li yên sivîl demokratîk dikin. Em amade ne ku ji bo heyet xwe bigihînin qadên şer û lêkolînan bikin bi her awayî piştgiriyê bidin û rê vekin. Ji xwe HPG'ê jî beriya niha eşkere kiribû ku ji bo heyetên serbixwe bên û lêkolînê bikin ew amade ne alîkariyê bikin.

Dijminatiya li Kurdan û sûcên ji ber vê dijminatiyê têne kirin ne tenê AKP-MHP'ê sûcdar dike. Di heman demê de welat û civakê bi temamî dixe bin barê sûcdariyê û wan dike şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Lewma ne tenê Kurd divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û her kesên xwedî berpirsyarî li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê yê AKP-MHP'ê helwestê nîşan bidin û civakê jî di vê mijarê de bêhtir bixin nava liv û tevgerê. Divê pêşî li AKP-MHP'ê bê girtin ji bo hîn bêhtir sûc neke û ji ber sûcên qirkirinê û yên li dijî mirovahiyê bê darizandin. Wijdan û paşeroja civakê bi darizandina desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst û bi hesabpirsîna jê dikare rizgar bibe."