Hakî Armanc: Hevalê Nûrî xeta Rêber Apo ji xwe re dikir esas

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc, Nûrî Yekta yê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevalê Nûrî li her qada têkoşînê xeta Rêber Apo û partiyê ji xwe re dikir esas."

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc qala endamê Fermandariya Eyaleta Metînayê û fermandarê berxwedana eniya Girê Hakkarî Nûrî Yekta (Cevat Etarek) kir ku 3'ê Hezîrana 2022'an di êrîşa dewleta Tirk a bi bombeya taktîk nukleerê de şehîd bû.

"Hevalê Nûrî bi eslê xwe malbata wî ji Mahabadê ye. Lê belê li navçeyeke Ûrmiyeyê mezin dibe, dixwîne. Hem malbat hem derdora hevalê Nûrî welatparêz in. Di Kurdewariyê de kûrahî heye, ji herêmeke wisa ye. Ji herêma Soran e. Bi wê welatparêziyê mezin dibe. Di sala 1999'an de ku komploya navneteweyî li ser Rêber Apo hate kirin, li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên pir mezin pêk hatin. Bi dilsoziya bi Rêber Apo û tevgera azadiyê re li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelê me rabû ser xwe. Di vir de bi sedan ciwanên Kurd beşdarî nava refên gerîla bûn. Di vê pêvajoyê de hevalê Nûrî partî nas kir, Serokatî nas kir. Bi vî rengî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bala wî dikişîne. Di dawiya 2000'î de beşdarî nava refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dibe li Qendîlê. Demekê li wir dimîne. Heta 2004'an li derdora Qendîlê dimîne. Di sala 2003'an de beşdarî nava Komalên Ciwan bû. Li wir dixebite. Di vê pêvajoya ku hevalê Nûrî li Qendîlê derbas kir, pêvajoyeke aloz e di dîroka tevgera me de. Hem êrîşên navneteweyî û herêmî ku li ser tevgera me ji bo tasfiyekirina wê di nava tevgerê de bûn, hem jî aliyê tasfiyekariya navxweyî ku asta herî jor de bû. Yanî lingê xwe yê tasfiyekirinê li nava tevgera azadiyê jî bi taybetî li wê herêma Rojhilat û Başûrê Kurdistanê zêde bû, xwe bi rêxistin kiribû. Dixebitî ku bandoreke neyînî li ser tevahiya kadroyên tevgera me bike. Hevalê Nûrî wê demê li navendê ye, li navenda tevgerê ye. Hevalê Nûrî jî li hemberî vê tasfiyekariyê xwedî helwesteke zelal e. Di gelek xebatên xwe de ji xwe beşdarbûna xwe li Komaleyên Ciwan; em zanin di wê demê de Komalên Ciwan li dijî vê tasfiyekariyê sekinî. Sekneke xwe ya erênî hebû. Ji ber wê hevalê Nûrî jî her çiqas ew kesên tasfiyekar ku dixwestin tevgera me ji xeta Rêber Apo qut bikin û tune bikin, bi hêzên navneteweyî, dijminên navneteweyî, heval Nûrî li hemberî wan helwest nîşan da. Li hemû qadên têkoşînê bû xwedî seknek li ser xeta Rêber Apo, xeta tevgera azadiyê ji xwe re kir esas. Nehat lîstokên wan û helwesta xwe bi zelalî nîşan da.

Piştî sala 2004'an derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li vir jî em zanin, di wê demê de weke xebatkarên Komalên Ciwan derbas dibe. Li wir jî demeke dirêj kar dike, bi berpirsyarî tevdigere. Bi rengekî çalak tevlî kar dibe. Bi taybetî di Serhildana Qamişlo de ya 12'ê Adara 2004'an di tevgerkirina wê de, di pêşengiya wê de hevalê Nûrî bi roleke pêşeng radibe. Wê demê bala rejîma Baas a Sûriyeyê jî dikişîne û dixwaze derbê lê bixe, bigire. Pir lêgerîn çêdibe. Lê heval hem kare xwe biparêze hem jî bi sedan ciwan tevger kir, pêşengî ji serhildanê re kir. Li vir jî mirov dikare bibêje di nava şert û mercên herî giran de hevalê Nûrî hemû zext û zordarî bêwate kir û xebatên xwe di asta herî jor de meşand. Em zanin ku li wir kedeke wî ya mezin hebû li ser Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku kifş dibe, êdî rejîm lê digere, wê demê hevala Şîlan Kobanê jî li wir e weke rêvebera tevgera me, bi wê re demekê dimîne. Li Helebê tê wezîfedarkirin. Li Helebê di asta herî jor de gelek karî dike. Hem ciwanên Kurd li wir bi tevger dike, hem jî têkiliyên xwe bi derdora Ereb re jî çêdibe. Wisa xebateke pir pêş de dimeşîne. Vê demê li Rojavayê Kurdistanê jî tasfiyekarî dixwaze bandorê li gelê me bike. Li vê qadê jî hevalê Nûrî têkoşîneke xurt dimeşîne. Yanî xeta azadiyê ya Apogerî temsîl dike, di her şert û mercî de li dijî tasfiyekariyê disekine û têkoşîneke xurt dimeşîne. Em vê zanin; hevalên ku pê re mane, timî qalê dikin ku sekneke xwe ya pir milîtaniya Apogerî hebû, temsîl kiriye. Ne tenê bi xwe, gelek derdor hişyarkirin û perwerdekirin, rastiya tasfiyekariyê eşkerekirin û hişyarkirinê ve roleke xwe ya pêşengiyê hebû.

Piştî xebatên wî yên li Helebê, rejîma Baasê ya Sûriyeyê bi taybetî li ser disekine, dixwaze bigire. Wê demê di sala 2005'an de dikeve girtîgehê. Dikeve destê rejîma Sûriyeyê. Li vir jî 7 sal û nîv li girtîgehê dimîne. Di vê pêvajoya girtîgehê de xeta Kemalan, Xeyriyan, Sakîneyan temsîl dike di hemû kêliyên xwe yên têkoşînê de. Tevî ku gelek zext, zilm û êşkence heye li ser girtîgehê û li ser hevalê Nûrî lê belê heval serî li ber natewîne, xeta berxwedêr a Apogerî ji xwe re dike esas û bi ser dikeve. Çiqasî dixwazin wî teslîm bigirin jî hevalê Nûrî li ber xwe dide û bi salan hem kesên girtî yên Kurd, Ereb bi tevger dike. Rêber Apo bi wan dide naskirin, tevgera azadiyê bi wan dide naskirin. Bi vî rengî karekî şoreşgerî li girtîgehê jî dimeşîne. Bandor li dehan kesî kir. Ji xwe kesên girtî piştî ji girtîgehê derdiketin yekser dihatin ya beşdarî li nava refên tevgera azadiyê dibûn, yan jî dibûn welatparêz, xizmetkarên tevgera me. Hevalê Nûrî bi vî rengî bandor li dehan kesî kir. Bi vî rengî tevlîbûn çêbû.

Pratîka xwe ya heft sal û nîv a li girtîgehê hemû kêliyên xwe di xebatên xwe yên şoreşê de meşand û encamên pir xurt wergirt. Perwerdeya Mazlûm Dogan a mekteba navendî ya tevgera me, perwerdeyeke akademî dibîne. Piştî wê perwedeyê jî ji ber ku gelê Rojavayê Kurdistanê nas dike û li ser esasê ku di asta rêveberiyê de careke din li Rojavayê Kurdistanê tê wezîfedarkirin. Em zanin dema şoreşê bû wê demê. Wê demê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Li Rojavayê Kurdistanê kar dike. Beşdarî nava bi dehan pêngavan dibe. Li gelek qadan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û yên ku dewleta Tirk bi tevger kiriye, ji bo destketiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê di asta fermandarî û rêveberiyê de li dijî wê disekine. Karekî pir serketî dimeşîne. Hevalê Nûrî di vê pêvajoya dawî ya Rojavayê Kurdistanê xebat meşand jî, hevalekî ku herî derket pêş. Bi tevlîbûn û sekna xwe roleke pêşeng lîst di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de. Ji xwe berê jî li wir kar kiribû, careke din dewam kir.

Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî hat Akademiya Hakî Karer perwerdeyeke akademî dît. Piştî perwerdeya akademiyê qediya, hevalê Nûrî li Eyaleta Metînayê hate wezîfedarkirin. Hevalekî wisa bû ku fermandariya me ya li wir temam bike, karibe rol bilîze. Li ser wî esasî heval hate wezîfedarkirin. Di vê perwerdeyê de jî di warê bîrdozî, rêxistinî, siyasî ji her alî ve di asteke pêş de tevlî bû. Xwe baş amade kir û di çarçoveya perspektîfên tevgera me de ku biçe ku derê wê bi xurt tevlî bibe û encamê werbigire, bi zelaliyeke bi wî rengî perwerde bi dawî kir. Wê demê dihate nirxandin ku dewleta Tirk a dagirker wê operasyonekê li ser Başûrê Kurdistanê bike. Operasyona dagirkeriyê wê firehtir bike, êrişên xwe li ser Metîna jî firehtir bike. Heval li Girê Hakkarî hate wezîfedarkirin ku weke cihekî stratejîk e. Dibe ku tecrûbeya xwe ya şerê li çiyê demeke dirêj nebû jî, bi giranî li Rojavayê Kurdistanê beşdarî şerê giran bû, lê ewqas bawerî da tevgera me, da hevalan ku ev heval kare di nava şert û mercên herî giran de jî Girê Hakkarî biparêze û karibe derbên herî giran li dijmin bixe. Li ser vî esasî yekser dema ji akademiyê derket bêyî ku bisekine, çend rojan meşiya û gihîşt Girê Hakkarî. Heta şehadeta xwe jî li wê derê ma.

Pratîka hevalê Nûrî ya li Girê Hakkarî Metîna, dibe ku salekê û çend meh be. Destpêka Biharê çû, di sala 2021’ê de heta şehadeta xwe li wir ma. Em dikarin bibêjin ku hevalê Nûrî di vê pêvajoyê de nirxên welê afirand, pratîkek welê serketî meşand ku di dîroka têkoşîna me de ti carî wê neyê jibîrkirin. Di têkoşîna azadiyê ya gelê me de nirxên ku ava kir, berxwedana ku kir, ji aliyê amadekariyê heta bi xwe beşdarbûna nava şer, ti carî em ê nikaribin ji bîr bikin. Bi tîpên zêrîn pratîkek neqişand, ji me re hişt. Ji xwe çawa gihîşt Girê Hakkarî, beriya operasyona dagirkeriya Tirk yekser kete nava liv û tevgerê, amadekariyên ku lawaz bûn di hemû qadên amadekariyê de, hem lojîstîk, pêwîstiyên hevalan hem amadekirina tunelan; ji her alî ve yê herî zêde çalak kete nava tevgerê, kêmasî zû tespît kir û bi xwe tevlî çareseriya wê bû, hevalê Nûrî bû. Li ser wê pir sekinî û em dikarin bibêjin ji xwe cihekî bilind e Girê Hakkarî. Zivistana wê zû tê, dereng diçe. Berfa wê dereng dimîne, cihekî rastî jî derfetên xwe li gorî deverên din zehmet e. Tevî vê jî heval Nûrî timî xebitî, ji bo ku derfeteke kêm jî bixe xizmeta amadekariya baş û li hemberî şer û operasyoneke dagirkeriyê bersivê bide. Di haya van hemûyan de bû û bi vê baweriyê nêzî xebatên xwe bû. Ev baş nirxand. Di wê berxwedana nêzî 60 rojî ya bênavber de keda hevalê Nûrî di asta herî jor de bû. Ne tenê li Girê Hakkarî, ji ber ku di fermandariya eyaleta Metîna de bû, bi qadên din re jî nêrînên xwe parve dikir. Tevî ku bi giranî li Girê Hakkarî bû, ew li xeta Çarçel difikirî, li xeta Girê Ortê difikirî û bi hevalên fermandariyê re parve dikir ku divê çawa nêzîk bibe. Li ser amadekariyan, li ser têkiliya navbera qadan nêrînên xwe parve dikir. Timî xwedî nêrînek ji xwe wêdetir, ji qada lê berpirsyar wêdetir bû. Tevî ku hin herêma nedîtibû jî li ser wan fikrên xwe dianî ziman. Em zanin ku tim nêrînê xwe bi hevalan re parve dikir. Li gorî vê jî bandoreke erênî kir li ser xebatên eyaletê. Piştî van amadekariyan, hem amadekirina şervanên xwe li wir sê wargehên girîng bûn Girê Hakkarî. Girê Hakkarî ne qadeke biçûk e, fireh e, herêmeke. Li sê qadên ku heval tê de bi cih bûbûn, amadekarî dikirin. Hem jî li derveyî van wargehan, tîmên bi tevger li derdorê gir hebûn. Amadekirina van hemû hevalan, pê re pir mijûl dibû. Timî li nava hemû hevalan digeriyan, cih didît, li gorî wê perspektîf da. Hevalekî ku di nava hevalan de bû. Di hemû karên jiyanê, amadekariyê de bi xwe di nav de cih digirt û bi vî rengî beşdar dibû. Heta ku operasyon pêk hat. Piştî ku operasyonê destpê kir, 2 rojan bi rêya cîhaza ragihandinê bi hevalên fermandariyên jorê xwe re di nava têkiliyê de bû. Kêlî bi kêlî agahî dida û bi rastî jî mirov ti carî nikare axaftinên wî ji bîr bike. Wisa xwînsar, bi rehet û bi hêviya ku dijmin were wê li vê derê têk biçe, tim ev hêvî dida. Ev hêvî û nêzîkatiyên xwe bi hevalên li derdora xwe jî parve dikir. Nîşan dida ku dijmin hatiye vê derê, wê êdî vegera dijmin nebe, wê têk biçe. Bi vê hişmendiyê û bîr û baweriyê timî diaxivî, timî bi hevalan re dida û distand. Heta dawî piştî ku dijmin tê ser cihê ku hevalê Nûrî lê bû, li wargeha Şehîd Akîf, çalakiyeke bi bandor hate lidarxistin ku dijmin derbê herî giran xwar ku wê di dîroka xwe de ti carî ji bîr neke. Hevalê Nûrî li wir ev çalakî pêk anî.

Di 29’ê Gulanê de, dagirker dixwastin were ser Şikefta Şehîd Akîf, hevalê Nûrî plansaziyekê çêdike. Dibêje, beriya ku were ser me, divê em kemînê li hember dijmin deynin. Bi vî rengî karibin dijmin li wir bişikînin. Planeke welê çêdike, ji çend baskan kemînê datîne. Dema ku dijmin dikeve nava hevalan, heval ji çend aliyan ve lê dide. Hevalê Nûrî hem di plankirina vê de hem di koordînekekirina wê de bi xwe di nav de ye. Bi dehan ji dijmin hatin kuştin, gelek çek û alavên leşkerî ketin destê hevalan. Dijmin reviya. Li wir hefteyekê paşde çû, nekarî were ser hevalan. Ev yek li çepera ku hevalê Nûrî tê de bû pêk hat. Li wir dijmin şikest, giran bû, tirsiya nekarî zû were ser wargeha Girê Hakkarî. Ji ber vê derba giran a ku xwar, dijmin nekarî bê ser wargeha Girê Hakkarî. Piştî demekê ku kuştiyên xwe bir, birîndarên xwe bir, her wiha hinek hêzên xwe guherand. Ji ber ku baskekî mezin bû ku kete nava hevalan. Piştî ku derba giran xwar, dijmin xwe nû kir û ji nû ve piştre hat. Li dû wê derba giran; em zanin bi pêşengiya hevalên Siyabend, Amara bi bandor derb li dijmin hate xistin, li derdora Şehîd Akîf. Li herdu wargehên din ên Girê Hakkarî hevalê Nûrî kêlî bi kêlî, bi şev û roj koordîne dikir. Yanî herdu wargehên Şehîd Zemanî û Şehîd Hêjar. Hevalê Nûrî timî koordîne dikir, li rewşa hevalan dipirsî. Carna di saetên nîvê şevê, serê sibehê, êvarê di her kêliyê de timî di dewrê de bû. Timî bi rêya cîhaza ragihandinê bi hevalan re di nava têkiliyê de bû. Bi rastî jî ruhekî zindî, serketinê, biryardariya serketinê timî dida hevalên li derdora xwe. Bi vî rengî tevlî dibû.

Hevalên ku heta kêliya dawî bi hevalê Nûrî de man gotin, ‘Şev û roj dijmin li ser me ye, her roj teqemenî dike, kîmyasalê bi kar tîne. Bi rengekî nemerdane her kiryarên hovîtiyê dike. Lê hevalê Nûrî timî bi xwînsarî li gel me bû. Ji xwe yê ku herî kêm xew dikir hevalê Nûrî bû. Şev û roj, timî di nobedê de bû. Li ber cîhazê bû. Di dema kêliyên vala de jî, kîs li tunelê tune bû ji bo axê têxê û çeperê çêbike, hevalê Nûrî branda qut dikir û didirût, wisa ax tijî dikir, dikir mîna kîs û çeper çêdikir. Ji bo karibe li hemberî dijmin demdirêj şer bike, ji bo dijmin nikaribe têkeve wargehê. Heta kêliya dawî jî hemû jiyana xizmeta hevalan, şer û têkoşînê de derbas kir. Heval qalê dikin, dibêjin hemû kêliyên xwe yê li wir timî ji bo têkbirina dijmin bû. Yanî 24 saetên xwe timî bi vî rengî xiste meriyetê. Sekna hevalê Nûrî bi vî rengî bû.

Di şehadeta wî de jî ev heye; heval isrehet dikin, her wiha heval dibêjin neçe, ne pêwîst e. Dijmin ji xwe dem bi dem teqemenî dike. Di demeke bi vî rengî sakîn de dibêje ez ê careke din biçim ber devê tunelê, dijmin bişopînim, ka li ku derê lawaziya wî heye ku em karibin lê bidin. Tevî ku heval dibêjin neçe, em ê biçin; ew dibêje hûn westiyane, ez ê biçim. Dema ku diçe dijmin kontrol bike, ji bo derbê lê bide, li ser wê mijûl dibe, nêzî derî dibe, di wê demê de dijmin jî bi çeka kîmyewî, taktîk nukleer teqemeniyeke mezin dike. Li ser wî esasî jî heval şehîd dikeve. Şehadeta wî bi rastî bandor li ser me dike. Weke hevrêyê wî ku demdirêj me heval nas dikir, pê re man, hevaltî me pê re kir, hemû hevalên ku pê re man û yên ku nedîtin lê bi rêya cîhazê ew şopandin, pratîka wî şopandin, bandorek kir. Şehadeta wî weke windahiyeke mezin, êşeke mezin çêkir. Ev aliyekî xwe ye. Lê belê di dîroka têkoşîna hevalê Nûrî ya şoreşgerî de tiştê ku li pişt xwe hiştin, nirxên ku ji me re hiştin ku weke ronahiyê li pêşiya me ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd û Kurdistanê; tiştên wisa ne ku em pê pir serbilind in. Weke hevrê û şervanên wî em ê şopdarên bîranînên wî bin. Ji bo me nirxên pir pîroz hiştin. Bi rastî jî em ê ti carî nikaribin ji bîr bikin. Heta dilopek xwîna me hebe, ew ê di rojeva me de be. Li ser esasê hêrs û hişmendiya wî ya azadiyê û têkbirina dijminê dagirker wê ti carî ji bîr neçe. Ji bo me wê timî mînak be. Em bawerin hemû gelê me jî wê bi vî rengî nêzîk bibe, bi taybetî malbat û derdora wî. Bêguman windahiyeke mezin e, êş bi me re çêkir. Lê belê em hemû weke hevrê, malbat û gelê Kurd divê em pê re serbilind bin. Ne tenê gelê Kurd, tevahiya gelê herêmê, gelên azadîxwaz ên cîhanê divê bi sekna hevalê Nûrî serbilind bin. Şoreşgerekî ku di hemû kêliyên xwe yên jiyanê de pir nirxên giranbuha ji mirovahiyê re hiştin. Di hemû kêliyên xwe de bi vî rengî beşdar bû. Tiştek ji bo xwe nefikirî, ji bo azadiya gelê Kurd, gelên herêmê, tevahiya mirovahiyê kêliyên xwe yê jiyanê seferber kir. Hemû fedakarî nîşan da û bi vî rengî tevlî bû. Ji ber wê em bawer in ku hemû gelê me wê bi vê rastiyê nêzîk bibe û hêjayî sekna hevalê Nûrî ya fedakarî, lehengî, pêşengiyê bibin.

Di şexsê hevalê Nûrî de em careke din ked û xizmeta ku wî kiriye, tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên şehîdê qehreman bi serketî li welatekî azad bijîn û bidin jiyîn."