Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da

Malbata Şenyaşar ku nêzî 600 roj in li Rihayê ji bo edaletê çalakiyê dike, di roja nû ya çalakiyê de xwest, rojnamevanên hatine girtin bêne berdan.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê çalakiyê dike.

Di roja 596'an de jî malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam kir.

Ferît Şenyaşar di destpêka çalakiyê de nerazîbûn nîşanî destgîrkirina 11 rojnamevanan da û got, "Herî dawî nûçegihanên MA'yê yên her roj nobeda me dişopandin û dixistin rojevê, hatin destgîrkirin."

Şenyaşar got, "Em dixwazin bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe. Em dixwazin edalet bi cih bê anîn. Bi bicihhatina edaletê em dixwazin jiyana xwe ya normal dewam bikin."