Xizmên girtiyan: Dewleta Tirk dijminatiyê li girtiyan dike

Malbatên girtiyên nexweş û yên nayên berdan gotin, "Dewlet bi dijminatî tevdigere. Li her qadê em ê bibin dengê girtiyan."

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan, ku ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyane lê nayên berdan li Amedê destpê kir, di roja 343'an de li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dewam kir.

Ji xizmên girtiyên nexweş Încî Guler di çalakiyê de axivî û got, "Wezareta Edaletê soz da me ku rewşa girtiyên nexweş bixe rojeva Meclîsê. Lê belê îro jî weke ku hûn dibînin em çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê dewam dikin. Li gel bi dehan çalakiyên me jî zext û tundiya li girtîgehan zêdetir bû."

Guler diyar kir ku dewlet bi çavê dijminatiyê li girtiyan dinihêre û got, "Eger bi çavê dijminatiyê li zarokên me nenihêrîbûna, ev bêedaletî nedibû. Zext û zilm li ser zarokên me hene. Ji bo balê bikişînin ser vê zextê em li vir in. Li gorî qanûnên destûra bingehîn bila tevbigerin. Tevî ku cezayê girtiyan qediya ye jî nayên berdan. Em ê li her derê bibin dengê girtiyan. Em ê bibin dengê wan. Îro li pêşiya girtîgehê em dibêjin 'Bijî berxwedana zindanan'."

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq, edalet" bi dawî bû.