Wê 6’ê Mijdarê li Silopiyê li dijî êrîşên kîmyewî, meş bê lidarxistin

DTK,TJA, DBP, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl, wê 6’ê Mijdarê li Silopiyê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, meşekê lidar bixin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî ya Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYADER), TUHAD-FED, MED-DER,NÇM, Platforma Koçberiyê, Hawirdor, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî meşa ku wê di 6’ê mijdarê de bi dirûşmeya “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin, li avahiya HDP’a Silopiya ya Şirnexê daxuyanî dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’a Şirnexê û navçeyên wê tevlî daxuyaniyê bûn û banga tevlibûna meşê kirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin. Ozturk, bal kişand ser êrîşên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê ji sala 2021’an û vir ve bê navber didomin. Di dîmenên ku derketine holê de diyar dibe ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa tirk ve, endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê, li erdnîgariyeke berfireh wêraniya ekolojîk çêbûye û hemû zindiyên ku li herêmê dijîn zirareke mezin dîtin û vê jî di civakê de rê li ber hêrseke mezin vekir. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê dibînin, tê diyarkirin ku endamên PKK’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.”

‘TIRKIYE PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’

Ozturk, di berdewamê de anî ziman ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî re peymanên navneteweyî binpê dike û wiha domand: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye. Wext tune ye. Di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji bo hemû zindiyên gerdûnê xetereye û di hiqûqa navneteweyî de wek sûc tê dîtin, tespît û delîlên cidî hene. Di dîmenên ku hatine parvekirin de xuya dibe ku Tirkiye bi awayekî eşkere peymanên navneteweyî binpê dike.”  

‘LÊKOLÎN TÊN ASTENGKIRIN’

Bi domdarî Ozturk bal kişand ser astengkirina lêkolînkirina çekên kîmyewî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nahêle ku komîteyên pispor ên serbixwe li herêmê lêkolîna çekên kîmyewî bikin. Ev yek jî rê li ber hêrseke mezin vedike. Divê rêveberiya herêmê ewlekariya şandeyan bigire û destûrê bide. Divê tu kes nebe şirîkê vî şerê hovane û sûcê li dijî mirovahiyê.”

Di berdewamê de Ozturk da zanîn ku divê hemû kes dengê xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek berpirsyariya her kesî ye. Roj ne roja bêdengiyê ye, roj roja parastina mirovahiyê ye. Roj roja li dijî şer bilindkirina deng e. Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, gelê xwe û her welatiyê xwedî wijdan ku alîgirê jiyanê ne dikin ku têbikoşin. Li ser vê bingehê em ê di 6’ê mijdarê de ji Silopiyayê ber bi Xabûr ve meşa ‘li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ lidar bixin. Em, banga tevlêbûnê li tevahiya gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin.”

‘DI NAVA VÎ ŞERÎ DE JIN, CIWAN Û ZAROK BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN QETILKIRIN’

Piştre jî ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axivî. Yîgît, anî ziman ku ew bi salane li dijî şer, aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Li her çar parçeyan jî şerekî dijwar diqewime. Di nava vî şêrî de jin, ciwan û zarok bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ne dibêje jin e, ne dibêje ciwan û dikuje. Em êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar dikin. Banga me heye; dev ji vî şerê qirêjî berdin. Banga min jî Barzanî re jî heye, heke xwîna Kurdatiyê di te de hebe, rê li vî şerî bigire.”

‘BI ALÎKARIYA PDK’Ê SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî diyar kir ku dem dema derxistina deng a li dijî faşîzmê ye û wiha pêde çû: “Divê kesek li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne. Em ê li dijî vê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê meşekê lidar bixin. Yê ku li Helebceyê çekên kîmyewî bi kar anî Sedam bû. Lê her kes bi dawiya Sedam dizane. Lewma divê desthilatdarî baş hizra xwe li ser mirina Sedam bike. Bikaranîna çekên kîmyewî înkar dikin lê roj bi roj van êrîşan zêdetir dikin. Bi destgîrkirina Şebnem Korûr Fîncanci re li xwe mikûr hatin. Ji ber tirsa xwe, zilmê zêdetir dikin. Hûn nikarin bikaranîna çekên kîmyewî veşêrin. Heke hûn ji xwe bawer bin, wê demê destûrê bidin ku saziyên serbixwe yên navneteweyî biçin herêmê, lêkolînan bikin û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê, bi alîkariya PDK’ê tê kirin. Ev ne sekneke Kurdistanî ye. Em ê li dijî vê dengê xwe bilindtir bikin û di 6’ê mijdarê de bimeşin.”

Herî dawî jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku wê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê rêyek li ber wan heye ku OPWC biçe herêmê û lêkolînan bike. Em dixwazin biçin wir û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin."