Helebceyiyan êrîşên kîmyewî protesto kirin

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, bi meşeke girseyî li Helebceyê hatin protestokirin.

Li ber Bîrdariya Şehîdên Helebceyê, meşek li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dewleta Tirk ve, hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Înîsiyatîfa Gelê Herêma Kurdistan a li dijî Dagirkeriyê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên bi çekên kimyewî şehîd bûne, hatin hildan û dirûşma “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de Endamê Însiyatîfa Gelê Herêma Kurdistan a li dijî Dagirkeriyê Dr. Hekîm Ebdûlkerîm, daxuyaniyek da û bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Nêzê heft meh in dewleta Tirk, bi biryara Erdogan hemû yasayên şer û pîvanên exlaqî binpê dike. Bi dehan çekên kîmyewî û bombeyên nukleer ên taktîk û fosfor bi kar tîne. Li gor yasayan ev çek hemû qedexekirî ne. Hemû belgeyên bikaranîna van çekan hene.”