8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, duh dest pê kir, îro bi coş bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 8’emîn Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) duh bi pêşangeha wêneyan û xwarinên gelêrî hatibû destpêkirin, îro bi dawî bû. Mîhrîcan, li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hat lidarxistin. Qada mîhrîcanê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîd Bêrîtan, alên PKK, HPG û YJA Star’ê hate xemilandin.

Mîhrîcan bi tevlêbûna şêniyên wargehê û xwendevanan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, koma Şehîd Mardîn Penaber a govendê derket ser dikê û bi govend û cil û bergên xwe yên gelêrî reng dan mîhrîcanê. Piştre, şanoya ku ji aliyê Kevana Zêrîn ve hatibû amadekirin, hat pêşandan.

Xelatên yekemînî, duyemînî û sêyemîntiya tornovaya voleybolê ya Şehîd Ebûzêd Dêrhinî, hatin dayîn. Şahî, bi stranên Hunermed Sosin û bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi coşeke mezin dewam kir. Piştî Hunermend Sosin, Koma Şehîd Helbest Koçerîn a dayikên wargehê ya govendê derket ser dikê û bi govendên xwe yên gelêrî moral dan.

Herî dawî, Koma Hezex bi stranên xwe gel rakirin ser pêyan û 8. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan, bi girtina govendê bi dawî bû.