Elîzade û Mûînî li hev civiyan

Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Mûînî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê civiyan.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaq’ a Îranê û şûn ve xwepêşandanên destpê kir, zêdetirî mehekê ye dom dike. Bi demê re xwepêşandan veguherîn şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku hemû reng û pêkhateyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevlî bûn. 

Di rewşek wiha de ji hemû aliyan bangên xurtkirina çalakî û yekgirtinê tê kirin. 

Di vê çarçoveyê de Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Siyamed Mûînî li hev civiyan.

Li gorî agahiyên hatin girtin, civîn li ser xurtkirin û piştgirîkirina şoreşê hatiye kirin.

Hate gotin ku divê li hev nêzîk bibin û destê hev bigirin û hêzên Kurdistanî yekîtiya xwe çêbikin.