Êrîşa li ser çapemeniya azad hate şermezarkirin

Êrîşa li ser rojnamevanên Kurd li Şirnex û Êlihê hate şermezarkirin.

Êrîşa li ser çapemeniya azad û destgîrkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS'ê li Şirnex û Êlihê hate şermezarkirin.

ŞIRNEX

Rêveberên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û xebatkarên çapemeniya azad destgîrkirina rojnamevanan protesto kirin. Daxuyaniya ji bo protestokirina destgîrkirina rojnamevanan li navçeya Qilebana Şirnexê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî daxûyaniyê bû. Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin.

Ewilî nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak axivî û diyar kir ku çapemeniya azad tu demê li ser rêya heqîqetê rêya xwe şaş nekiriye û got: “Di salên 90’î de li dijî çapemeniya azad êriş derxistibûn asta herî jor. Gelek hevalên me rojnamevan li naverasta kolanan hatin qetilkirin. Buroyên çapemeniyê hatin şewitandin û bombekirin. Ji wan rojan zext, destgîrkirin û girtinên li ser rojnamevanan berdewam kir. Armanca van zextan jî ew e ku dengê çapemeniya azad qutbikin. Lê belê wê şagirtên Apê Mûsayan, Gurbetelî Eroszan dest ji vê mîrasê û heqîqetê bernedin.”

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî axivî û bal kişand zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Heke çapemeniya azad mehkûmî tariyê bêkirin, wê jiyan jî mehkûmî tariyê bê kirin. Em şopdarên rêya heqîqetê silav dikin.” 

ÊLIH

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî li ber avahiya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên Êlihê Feleknas Ûca, Mehmet Ruştu Tîryakî û Şaredar Songul Korkmaz a qeyûm li şûna wê hatiye danîn, tevî gelek kesên ji şêniyên bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlamenter Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyanî da û got, "Li vî welatî kes wê ji bikaranîna çekên kîmyewî re nebêje erê, Kurd, demokrat, yên ji xwe re dibêje mirov im wê vê qebûl neke. Em ê jî qebûl nekin. Heta dawiyê em ê li ber bikaranîna çekên kîmyewî rabin û di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna demokratîk nîşan bidin."