'Pêwîste hizbên Kurdî ji bo mijara neteweyî hewl bidin'

Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn diyar kir, ku di hikûmeta nû ya Iraqê de pêwîste partiyên Kurdî ji bo mijarên neteweyî û xakê hewl bidin û got; “Careke din gel wê ji hizbên desthilat re qebûl neke ku ji bo xak û niştiman hewl nedin.”

Piştî hilbjartinên pêşwext ên parlamenta Iraqê ku zêdetirê salekê ye hikûmeta nû nehatiye avakirin. Di demên dawî de Dr. Letîf Reşîd weke serokkomar hat hilbijartin û ji bo hikûmeta nû bê avakirin Mihemed Şiya Sûdanî hat erkdarkirin. Bi awayeke ber bi çav heta niha hikûmeta nû ava nebûye. Biryar bû ku Sûdanî îro kabîneya hikûmeta nû bîne parlementoyê da ku ji dengdanê re derbas bibe û bikare hikûmeta nû ava bike.

Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî yê bajarê Kerkûkê Mihemed Nesredîn têkildarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ya ji aliyê Sûdanî ve, rola Kurdan di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, şerê li ser meqam, raye û berjewendiyên hizbî yên aliyên desthilat ên Kurd, qurbankirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê û çend mijarên din ji ANF’ê re nirxand.

PÊWÎSTE HIKÛMET ÎSPAT BIKE KU EW BERHEMÊ QURBANIYÊN IRAQÎ YE

Nesredîn îşaret bi pêvajoyên xwepêşandanên cemawerî yên Iraqê kir û got, “Ev hikûmeta ku niha hewl tê dayîn bê avakirin, berhemê xwepêşandaneke dûr û dirêj a cemawerî ya Iraqê ye ku gelek qurbaniyên wan çêbûne. Ji bo ku ev hikûmet îspat bike ku berhemê qurbaniyên gelê Iraqê ya ji bo pêkanîna xewna Iraqiyan e, divê ev hikûmet di asta daxwazên Iraqiyan de be. Avakirina vê hikûmetê di derfetên dawî de pêwîste bi rengekî be ku baweriya gel pê hebe ku dikare guhertinên reformî çêbike.”

PÊWÎSTE HIZBÊN KURDÎ JI BO MIJARA NETEWÎ Û XAKÊ HEWL BIDIN

Nesredîn di dewamê de bal kişnade ser rola Kurd a di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de û hewldanên ji bo bidestxistina mafên Kurd û wiha pêde çû; “Kurd niha di avakirina hikûmeta Iraqê û girêka kor ango diyarkirina serokkomar de xwedî roleke bi bandor bûye, ew hêza ku her du hizbên desthilat ji bo safîkirina pirsgirêka serokkomariyê bikar anîn, divê îro ji bo safîkirina pirsgirêkên sereke yên netewî yên Kurd bikar bînin… Çawa ku her du hizbên desthilat ji bo meqama serokkomariyê şerek hevbeş birêve birin, bi vî rengî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê yên wek Kerkûk û navçeyên din hewl bidin.”

NAVÇEYÊN BI NAKOK BÛNE CIHÊ QURBANIYA RAGEŞIYA PDK Û YNK’Ê

Mihemed Nesredîn têkildarê wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê mane jî got; “Heta niha Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê bûne qurbaniya rageşiya her du hizbên desthilat ên Kurd (PDK û YNK). Her tim ji bo berjewendiyên hizbî ew her du hizbên desthilat amadene ku wan navçeyan bikin qurbanî. Niha her du hizbên desthilata Kurdî li pêşberî gelê Kurd di nava ezmûneke mezin a exlaqî de ne. Berpirsên her du hizb di dema serdanên aliyên Iraqî yên li Bexdayê dikirin û bi dost û dijminên Kurd rûniştin û peyman çêkirin karîn hêza xwe nîşan bidin. Dirûstbûyîna her du hizban eve ku ev hevpeymaniya ku ji bo safîkirina raye û pileyên desthilat ên ji bo xwe li Bexdayê çêkirine, pêwîste bi heman hêz û hewldanê ji bo pirsgirêka xak, niştîman û safîkirina çarenûsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî herêma Kurdistanê têbikoşin.”

GEL CAREKE DIN JI WAN RE QEBÛL NAKE KU JI BO XAK Û NIŞTÎMAN HEWL NEDIN

Siyasetmedar û Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn di dawiyê de îşaret bi helwesta gel a vê carê ya li hemberî nêzîkatiyên her du hizbên PDK û YNK’ê kir û ev tişt anî ziman; “Gel careke din ji wan her du hizban re qebûl nake ku bêjin şerê navçeyên Kurdistanî yên derveyê herêmê bi me nayê kirin. Ji ber ku me hemûyan dît ku her du hizb ji bo bidestxistina raye û pile li Bexdayê xwedî hêza pêkanîna hevpeymaniyê ya bi hêzên desthilatê ne, lewma pêwîste ew hevpeymanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên niştîmanî be.”