Li Mahabadê gule li gel reşandin, agir bi avahiya walîtiyê xistin

Hêzên dewletê li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li çalakvanan reşand. Kesek hat qetilkirin. Çalakvanan jî avahiya walîtiyê dan ber agir.

Duh bi boneya çileya Jîna Emînî bi hezaran kesan berê xwe dan bajarê Seqizê û xwestin biçin ser goristanê. Lê çalakvan rastî destwerdana hêzên rejîmê hatin. Her wiha li gelek bajaran jî bi boneya çileya Emînî xwepêşandan careke din zêde bûn. Di encamê de çend xwepêşander li bajarên cuda jiyana xwe ji dest dan.

Îro piştî merasîma spartina axê ya yek ji wan xwepêşanderan Îsmaîl Mewlûdî welatiyên bajarê Mahabadê rabûn ser piyan. Xwepêşandan îro li Mahabadê gihîşt asta herî jor û alozî rû da.

Di xwepêşandanên îro yên Mahabadê de timî dirûşmeyên, “Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan” û “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Her wiha bi domdarî dirûşmeyên “Bimre dîktator” û “Tolhildan” jî berz kirin.

Ji bo belavkirina xwepêşanderan û bêdengkirina nerazîbûnan hêzên rejîmê li taxa Gumruk ya Mahabadê gule li welatiyan reşandin. Hat hînbûn ku çalakvanan jî li ser vê yekê avahiya walîtiyê dane ber agir.

Tê gotin heya van kêliyan jî xwepêşandan li bajarên cuda yên Rojhilatên Kurdistanê û Îranê berdewam dikin. Her wiha hat zanîn ku di êrîşên li bajarê Sine li hemberî xwepêşanderan hatî kirin de ciwanê bi navê Mihemed Şerîetî hatiye qetilkirin.