Emîne Şenyaşar: Ez ê serî li ber zilmê netewînim

Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji aliyê AKP'iyan ve hate qetilkirin û nêzî 600 roj in di 'Nobeda Edaletê' de ye, li ber bêedaletiyê rabû û got, "Ez ê serî li ber zilmê netewînim, heta mirinê ez ê têbikoşim."

Li cografya Kurdistanê rastiyeke welê heye, ku dibêje 'Dewlet bi her awayî nebaşiyê dike'. Her kes bi vê rastiyê zane. Lê rastiyeke din jî heye, ew jî gotina 'berxwedan jiyan e'. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digot, her mirovên ku dibêjin 'Ez li edaletê digerim', dikarin vê wezîfeyê bikin û pêwîste xwe li gorî şertên vê yekê bi wate, bi rêxistin bikin, bikevin nava liv û tevgerê.

Yên ku vê rastiyê herî zêde bi wate bikin, bi rêxistin bikin û bixin nava tevgerê jî jin e. Emîne Şenyaşar jî yek ji van jinan e. Êşa wê veguherî êş, îrade û berxwedana her Kurdên bi rûmet.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîş birin ser malbata wê, hevjîn û du kurên wê qetil kirin, yek ji zarokên wê yê birîndar jî hate girtin. Kurê wê yê bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû Ferît Şenyaşar jî bû hevrê jê re.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi rojan, mehan û salan e li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin. Li ber edliyeya Rihayê bi dehan caran polîsên Tirk êşkence li wan kirin. Li Rihayê êdî her kes cihê ku ew lê rûdinê bi navê wê bi bîr tînin. Kesên têne serdanê jî cihê ku dipirsin 'Qada edaletê ya malbata Şenyaşar' e.

EM KUŞTIN

Emîne Şenyaşar ji ANF'ê re axivî û got, "Zarokên min kuştin. Em kuştin. Sê lehengên min kuştin. Kurekî min jî bi salan e girtine û li odeyekê dihêlin. Ji min jî xwestin ku vê zilmê qebûl bikim û li malê rûnêm. Lê belê ez hatim ber edliyeyê û li ber kujeran rabûm. Min êşa xwe kir berxwedan. Daxwaza azadiya kurê xwe dikim ku bi neheqî hatiye girtin. Ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin daxwaza edaletê dikim."

Emîne Şenyaşar ragihand ku wê nehêle dewlet ser bûyerê binixumîne û ji bo daxwaza xwe ya edaletê got, "Baweriya min a bi edaletê kêm e, lê belê em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ez bi hêviya wê rojê me. Ev doz doza min bi tenê nîne, birîna edaletê ya welatekî ye. Ez dixwazim kurê min ê ku bi salan e bi neheqî girtine bê berdan. Yên ku li dikanê nekarîn qetil bikin birin nexweşxaneyê û bi plan ew li wir qetil kirin. Kedkarên tenduristiyê yên ev bûyer dîtin îstifa kirin. Piştre hatin der barê bûyerê de îfade dan, lê belê îfadeyên wan ji holê hatin rakirin. Çi dikin bila bikin wê nikaribin rastiyê binixumîne. Ez ê bûyera ku qewimiye eşkere bikim."

TÊKOŞÎNA MIN WÊ HETA MIRINÊ BE

Emîne Şenyaşar ku ji ber êşa xwe gelek pirsgirêkên tenduristiyê pê re çêbûne got, "Heta mirinê ez ê têkoşîna xwe dewam bikim. Zarokên min li pêş çavên her kesî qetil kirin. Yên ku ev kirin nehatin girtin, berevajî; kurê min ê sax mayî girtin û xistin zindanê."

Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku heta mirinê wê hesab bipirse û got, "Vê dewletê, vê hikumetê em ji hev belav kir, hinek ji me xist bin axê, hinek jî avêt zindanê. Niha bi tenê li malê rûdinêm. Bi vê êşê nikarim li malê bimînim, lewma derman bi kar tînim. Piştî demekê ew jî têra min nake. Ez ê serî li ber vê zilmê netewînim."

GAVA KURÊ MIN HATE MALÊ EM Ê JÎ BIÇIN

Emîne Şenyaşar ku Nobeda Edaletê li ber Edliyeya Rihayê tevî astengiyan jî dewam dike axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez daxwaza edaletê dikim. Kurê min zêdeyî 4 sal in di hucreya yek kesî de dihêlin. Bila kurê min berdin. Du kurên min tevî bavê wan qetil kirin. Xwestin ku zarokên min hemûyan bikujin. Heta ku kurê min (Fadil) neyê malê ez ê dawî li nobedê nînim. Gava kurê min hate malê em ê jî biçin mala xwe."