Aryen Arê: Divê jin heta dawî yekgirtî bin

Ji fermandarên HPJ'ê Aryen Arê destnîşan kir ku dengê ji kolanan bilind dibe ronahiya azadiyê ye û got, "Ev yekgirtin nîşaneya demokrasiyê ye. Ev serhildana ku roj bi roj mezin dibe, pêngava şoreşê ye."

Ji Fermandarên Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Aryen Arê, şehîdên tevgera jinê ya meha Cotmehê û bi taybet jî 25'ê Cotmehê bi bîr anî. Aryen Arê girêdayî pêvajoyê ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şiyara 'Jin, Jiyan, Azadî'destpê kir û bi pêşengiya jinan her ku diçe bilind dibe de nirxandin kir. 

'ŞEHÎDÊN TEVGERA AZADIYA JINÊ JI BO ME XET DIYAR KIRINE'

Aryen Arê wiha axivî: "Destpêkê di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên şoreşê, bi taybet jî hevalên me yên ku di oxira azadiyê de bi çekên kîmyewî şehîd bûn em bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan nû dikin. Rêber Apo li ser bîranîna vê şehîda mezin bernameya artêşbûna jinê ava kir û ji bo vê bernameyê têkoşînek bêhempa destpê kir. Şehîdên tevgerê azadiya jinê ji bo me xet diyar kirin û rêya me ronî kirin. Li ser vê bingehê îro artêşa jinê û bi giştî tevgera jinê ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî û baweriya azadiyê. Ji ber vê jî jin pêl bi pêl tevlî vê rêxistinbûnî dibin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo li hember pergala zilamsalar têdikoşin. Wate û fêhmkirina girîngiya vê, tenê bi fêhmkirina mîrateya tevgera azadiya jinê dibe.

'DÎROKÊ BERIYA NIHA TI CARÎ ŞAHIDÎ JI ŞER Û BERXWEDANEKE BI VÎ RENGÎ NEKIRIYE'

Jinên Apoyî ji bo ku jiyanek, civakek girêdayî cewhera rasteqîn ava bikin xwe ji her alî ve bi rêxistin dikin. Ji bo fermandariyek bi hêz, ji bo pêşengiyek berfireh û ji bo jiyanek rast xwe perwerde dikin, kar dikin û bi rêxistinbûnên ku ava dibe li her çar beşê Kurdistan belav dibin. Li hember feraseta zilamsalar, yê ku jin hînî şerekî bi vî rengî kir Rêber Apo bû. Îro jin bi hêza ku ji Rêbertî digrin li çiyayan, zindanan, kolanan a rastî li hemû qadan li dijî dijminê dagirker, faşîst şerê hebûnê dimeşînin. Pergala desthilatdar û dagirkerên herêmê dixwazin li Kurdistan qetliyameke wisa bikin ku bihêlin dîrok, çand, ziman dixwazin li ser rûyê erdê şopên me jî nemînin. Dewleta Tirkiyeyê ya dagirker heta ev du salên dawî li hemberî me her cure teknîkên NATO'yê bikar anî, lê bi van li hemberî me ser nexist. Lewma bi şiklekî herî hovane, herî bêpîvan dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir, bi van êrîşên xwe yên namirovanê dixwaze bi ser bikeve. Tevî ku çekên kîmyewî ji bo jiyan û tendurustiyê hemû cihanê bê parastin, hatiye qedexekirin jî îro li çiyayên Kurdistanê ev çekên qedexekirî bi îcazeya NATO'yê û li ber çavên hemû cîhanê tên bi kar anîn. Cîhan li hember van kiryarên qirêj, qetilker bêdeng e; her çiqasî civak bêdeng dimîne NATO piştgiriya xwe mezintir dike û dewleta dagirker êrîşên xwe berfirehtir dike, asta şerê xwe bêpîvantir dike. Di vê pêvajoyê dawî de 17 hevalên me yên leheng bi êrîşên kîmyewî hatin şehîdxistin. Dewleta qirker bi van êrîşên xwe yên qirêj dixwaze tevgera azadiyê têk bibe. Di van plan û kiryarên wan de yê ku herî zêde alîkarî dide wan û ji bo berjewendiyên xwe Başûrê Kurdistan pêşkeşî Tirkiye û NATO'yê dike Kurdên noker, hêzên xiyanetkar in. Li hemberî dagirkeran û xiyanetkaran hevalên me bi ruhekî fedaiyane û bi îradeyeke ji pola şerekî bêhempa dimeşînin. Ev şer, ev berxwedan rastiyên wisa ne ku dîrokê ti carî şahidiya şer û berxwedanek bi vî rengî nekiriye Ji ber em dizanin ku ji bo welatekî azad, jiyaneke azad li derveyî têkoşînê reyeke me ya din nîne. Li ser vê bingehê em li her çar beşê Kurdistan li ber xwe didin, têdikoşin. Bi giştî di vê demê şoreşê de yê ku gerîlayên Apoyî hîn zêdetir bi hedef û armanc ve dide girêdan xeta şehîdan e, ruhê Berîtanan e. Ruhê Bêrîtan ruhek wisa ye ku li Kurdistanê hêvî û baweriya serketinê bilind dike û di hemû şoreşgerê Apoyî de hêza berxwedanê xurt dike, îradeya şer mezin dike. Ji ber vê rastiyê her jinê ku dikeve ferqa hebûna xwe û dixwaze li hember pergalê zilamsalar şer bike dikeve pey şopa Berîtanan û tevlî refên azadiyê dibe.

GELAN QETILKIRINA JÎNA EMÎNÎ WEKE KOMKUJIYEK LI SER JIN Û CIVAKÊ NIRXAND

Fikir û felsefeya Rêber Apo li her çar beşê Kurdistan û bi giştî cîhanê berbelav dibe. Bi taybetî însanên ku dilê wan ji bo azadî û demokrasî lê dide li derdorê vî fikrî kom dibin. Îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev serhildanên ku bi şiara 'Jin, Jiyan, Azadî' dest pê kir jî mînaka vê rastiyê ye. Li hember pergala welayeta feqî di pêşengiya jinê de civakê serî rakir. Ev pergal di bin navê şerîat de jina qetil dike, tacîz-tecavuz dike, îrade û însiyatîfê wan tine hesap dike, yanê jin wek hebûnekê nabîne. Ev kiryar û polîtîkayên ku li ser jinê tên meşandin tê wateya ku li ser civak tên meşandin. Ji ber vê jî jin û civakên Rojhilatê Kurdistan û Îran qetilkirin Jîna Emînî wek qetliyameke li hember jin û civak nirxand û ji bo vî jî di pêşengiya jinan de li hember dewleta Îran ya dagirker qirker serî rakir. Ev serhildan bû pêlek wisa ku ji Rojhilatê Kurdistan destpê kir, berbelavî Îran bû û tevahiya giştî cîhanê piştgirî dît. Ji ber ku pirsgirêkên jinê belkû li her herêmek an jî welatek rengên xwe biguhere lê di cewher de heman tişt in, berhemê heman pergalê ne. Li ser vî esasî jinên cîhanê her çiqasî di asteke têrker de nebe jî xwedî derketinek kir lê ji bo ku li hember pergalê zilamsalar encameke rasteqîn bê girtin pêwîste hemû jin bi îdeolojiya rizgariya jinê rêxistinbûnek berfireh ava bikin û bi şiklekî hîn radîkaltir xwedî serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îran derkevin. Ji ber ku ev dengên ku ji kolanan bilind dibin ronahiya azadiyê ne, ev yekgirtinê ku ava bû nîşaneya demokrasiyê ne, ev serhildanê ku roj bi roj bilind dibe pêngavên şoreşê ne. 

DAXWAZA JI BO ÎRANEKE DEMOKRATÎK

Civaka Rojhilatê Kurdistan û Îran fam kir ku azadiya civakê bi azadiya jin ve girêdayî ye û ev şerê qirêj ku pergalê zilamsalar li hember jinê dimeşîne di rastiyê de li hember civak tê meşandin. Ji ber vê jî îro li hemû kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îran civak ji bo jiyanek azad û demokratîk li ser lingan e û daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Jin û civakên vê herêmê edî biryarên ku desthiladar ji bo wan didin qebûl nakin û li hemberî wan biryaran têdikoşin. Ji bo ku ev rabûn û serhildanên heyî bi encam bin divê hemû şaneyên civakê bê rawestan têbikoşin û têkoşîna heyî heta dawî bi rêxistin bikin. Di ronahiya van rastiyan de em dibînin ku daxwazên gel encax bi Îranek demokratîk dikarin werin cih."

DEMA DEMA PARASTINA ŞOREŞA JINÊ YE

Em HPJ piştgiriyê didin kampanya KJAR'ê û em dibêjin ku pêwîste hemû jin xwedî li destketiyên ku Rêber Apo ji bo şoreşa jin ava kiriye derkevin. Bi ruhekî yekgirtî, bi rêxistibûneke xurt, bi hezkirineke mezin em xwedî li van demên şoreşê derkevin da ku serketinê bi dest bixin. Dema wê hatiye ku em parastina namûs, welat û şoreşê xwe bikin. Ev erk û berpirsyariya her yek ji me ye û ji ber vê jî pêwîste her kes xwedî rol û mîsyona xwe ya demê derkeve. Şehîdên vê dozê talîmata vê rastiyê ne, ji bo vê jî xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkeke sereke ye. Li ser vê bingehê divê hemû jinên li qada xwedî parastinek xurt bin û heta dawî yekgirtî bin."