Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Çareserî li ser xeta sêyemîn e

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku li Îranê pêwîstî bi guhertineke demokratîk heye û got, "Çareserî di xet û rêya sêyemîn de ye." Vejîn diyar kir ku ji bo paşeroja azad a gelê Kurd ew amade ne bi hêzên Kurd hemûyan re tifaqê bikin.

Nerazîbûna li hemberî qetilkirina Jîna Emînî dewam dike. Zêdeyî meheke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel bi pêşengiya jinan rabûye serhildanê. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komalgeha Azadî û Demokrasiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) beriya çend rojan ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe eşkere kirin. Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Zîlan Vejîn anî ziman ku piştî şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979'an, gelên Îranî li dijî polîtîkayên sîstema heyî yên li hemberî jinan, civakê û nêzîkatiyên wê yên siyasî timî serî hildan. Zîlan Vejîn got, "Li dijî rejîma heyî û kiryarên wê yên li ser jinan, civakê û gelan, hêrseke mezin hebû û daxwaza guhertinê timî dewam kir. Lê belê rejîma heyî timî bi tundî, zext û kiryarên li derveyî mirovahiyê bersiv da daxwazên demokrasî, wekhevî û azadiyê yên jinan û gelan."

Zîlan Vejîn anî ziman ku di şexsê Jîna de daxwaza edalet, demokrasî, wekhevî û azadiyê ya gelên Îranî hate ser ziman û wiha dewam kir: "Li Îranê Kurd, Ereb, Belûcî û Azerî; bi kurtasî hemû gel û komên bawerî û etnîkî têne înkarkirin; tune têne hesibandin û bi tundiyê bersiv ji daxwazên wan ên rewa re têne dayin. Lewma, belê herî zêde jin xwedî li Jînayê derketin, lê belê bi pêşengiya jinan, di şexsê Jîna de gel xwedî li paşeroja xwe ya azad derketin. Ji ber ku li welatekî jin azad nebe kes azad nîne."

Hevseroka PJAK'ê bi bîr xist ku Jîna jineke Kurd bû û got, "Lewma aliyekî ku divê teqez bê dîtin û hesabê wê bê kirin ew e ku navenda serhildanê Kurdistan e. Serhildan li Kurdistanê destpê kir, lê belê Tehran, Tebrîz, Belûcistan û Ahwaz bûne dengê Kurdistanê. Kurdistan bi vî rengî ji bo hemû gelên din ên Îranî bû navendek."

GEL ÇARESERIYÊ DI NAVA DÎNAMÎKÊN NAVXWEYÎ DE DIBÎNIN

Zîlan Vejîn diyar kir ku serhildana şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya jinan tê kirin 40 roj li pey xwe hişt û wiha dewam kir: "Jin û gel bi biryar in û dibêjin, heta guhertin pêk neyê, çareserî çênebe wê ji qadan neçin. Rejîma Îranê heta niha tenê bi tundiyê bersiva daxwazan daye. Zêdeyî bi sedan mirovî hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin destgîrkirin û li êşkencexaneyan têne ragirtin. Li gel vê tundiyê û êrîşan jî ne bawerim ku jin û gel ji niha û pê ve bi paş ve gavê biavêjin. Ji ber ku her berdêl dane pêş çavên xwe û bi vî rengî rabûn ser piyan. Ji xwe bûyerên ku heta niha diqewimin işaretê bi vê rastiyê dikin. Wê demê çareserî divê çawa be, li ku be, çareseriyeke rasteqîn çi ye? Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê hêzan. Bi qasî rêxistiniyên civakî û siyasî her wiha berpirsyariyên rejîmê jî hene.

Wê bi kêrî rejîmê neyê ku welat timî di nava atmosfera şer û tundiyê de bê hiştin. Bûyerên ku beriya niha li Rojhilata Navîn qewimîn divê teqez bêne dîtin û hesabê wê bêne kirin. Iraq û Sûriye mînakên şênber ên vê yekê ne. Divê ders ji rewşa ku li van welatan rû da, bêne derxistin. Lewma bi guhdarîkirina li daxwazên gel, bi fêhmkirina daxwazên gel divê guhertineke demokratîk bê qebûlkirin. Eger mirov bala xwe bide ser wê bê dîtin ku gelan ji bo bicihanîna daxwazên wan bang li hêzeke ji derve nekirine û nakin. Ji ber ku halê welatên ku hêzên dewletperestiya netewe ya kapîtalîst dest li wan werdane, dîtin. Bêaramî, hilweşandin û şerê bêdawî bûn qedera van welatan. Lewma jî çareseriyê di nava dînamîkên navxweyî de dibînin û xwe dispêrin vê yekê.

Di vê navberê de yek ji dirûşmên bingehîn ên Azerî, Ereb, Fars, Belûcî û Kurdan jî bi vî rengî ye 'Em piştevanê hev in, em xwe dispêrin hev'. Divê rejîma Îranê vê rastiya gelan, civakan û jinan bibîne û li gorî vê yekê nêzîk bibe."

RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DIVÊ BÊNE AVAKIRIN

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ew çareseriya xwe weke rê û xeta sêyemîn pênase dikin û got, "Hêzên ku vê xetê temsîl dikin bi daxwazên wekhevî, demokrasî û azadiyê yên jinan, enî û tifaqa azadî û demokratîk a gelan e. Bi navê PJAK û KODAR'ê me beriya niha nexşe û pêşniyarên xwe yên li ser çareseriyê pêşkêş kiribûn. Daxwazên ku jin û gel îro tînin ziman, pêşniyarên me yên çareseriyê ne. Eger em bêhtir şênber bikin; divê destûra bingehîn a welêt li ser bingeha pîvanên demokratîk ji nû ve bê nirxandin. Hebûn, nasnameya gelan û hemû komên etnîkî, olî û çandî yên li Îranê divê li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Li ser bingeha parastina yekparebûna xaka Îranê divê rêveberiyên xwecihî bêne avakirin û xurtkirin. Ji bo karibin li qadên siyasî, aborî, civakî û hemû qadan xwe bi rengekî azad, wekhev îfade û temsîl bikin divê mafên jinan bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Îradeya ciwanan esas bê girtin û weke hêza avakirina paşeroja azad a welat bê qebûlkirin. Li ser vê bingehê nêzîkatî bê nîşandan."

JI BO PAŞEROJA AZAD A GELÊ XWE EM AMADE NE BI HEMÛ HÊZAN RE TIFAQÊ BIKIN

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bi bîr xist ku bala tevahiya cîhanê li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye û wiha dewam kir, "Divê bê dîtin ku tevî jinan, Kurd hêza pêşeng a vî welatî ne." Zîlan Vejîn got, "Eger siyaseteke neteweyî ya rasteqîn bê meşandin û li ser vê bingehê proje bêne pêşkêşkirin wê ji aliyê gelên Îranî hemûyan ve bê qebûlkirin. Gelê Fars di xwepêşandanan de dirûşma 'Kurdistan Kurdistan tu çav û ronahiya Îranê ye' qîriya. Azeriyan gotin, 'Kurdistan li ser piyan e, Azerbaycan piştevan e'. Belûciyan jî dirûşmên li ser rola pêşengiyê ya Kurdistanê qîriyan û bang kirin. Lewma serketina vê pêvajoyê bi rola Kurdistanê ve girêdayî ye. Divê gelê Kurd û Kurdistanê her wiha partiyên Kurdistanî hemû vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin. Divê xwe ji polîtîkayên modernîst, reformîst vegirin. Armanc divê avakirina neteweya demokratîk be, yekîtî û tifaqa neteweyî be. Nêzîkatî divê bi vî rengî be."

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ji bo hevkariya partiyên Kurd wan beriya niha projeyek ji 10 xalan pêşkêş kirin û got, "Herî dawî me belgeyeke pêşniyara ji 11 xalan pêşkêş kir ku tê de ragihand, divê hêzên Kurd hemû li bin ala Komara Kurd a li Mahabadê hate ragihandin bibin yek û têbikoşin. Em amade ne bi hemû hêzên ku daxwaz û paşeroja azad a gelê me ji xwe re dikin bingeh, tifaqê bikin. Di vê mijarê de em xwedî proje ne. Em partî û tevgereke welê ne ku xwe dispêrin hêza xwe."