HPG: 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn. Çeperek, 2 sîstemên kamera yên mobesse û çekeke AT-4 hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Ji roja destpêkê ya operasyona dagirkeriyê û vir ve hêzên me her qada ku dagirkeran gav avêtiye, veguherandina Qada Berxwedanê. Bi rê û rêbaza şerê tîm ê bi tevger ku xwe dispêre şerê tunelan, hêzên me derbên giran li dagirkeran dixin û performansa şer bilind dikin. Artêşa Tirk a sûcdarê şer ku li gel hemû derfetên NATO'yê jî nikare li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê encama dixwaze bi dest bixe, bi bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, dixwaze encamê werbigire. 26'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi çekên kîmyewî bombe kir. Ji çekên kîmyewî yên li ser çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan hatin bi kar anîn, destpêkê dûyê reş ê bi jehr jê bilind bû, piştre bêhna barûtê ya şewitî û klorê jê hat. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 3 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Hêzên me li hemberî êrîşan bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî yê Apoyî berxwedanê dewam dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên hêzên me de 13 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn. Di heman demê de çeperek, 2 sîstemên kamera yên mobesse û çekeke AT-4 hatin îmhakirin.

HEVRÊ BAGER HETA NEFESA DAWÎ ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛ

1'ê Cotmeha 2022'an li herêma Metînayê di çalakiya dijî dijmin de fermandarê pêşeng hevrêyê me Bager di şer û êrîşên hewayî de heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Agahiyên befireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

1'ê Cotmeha 2022'an li herêma Metînayê, di çalakiyên dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de, hevrêyê me Bager Başkale di şer û êrîşên hewayî de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Hevrêyê me Bager ku demeke dirêj li herêma Metînayê ma, di berxwedana dijî dagirkeran de fermandarî ji tîmên gerîla yên bi tevger re kir û bû yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana li vê qadê. Hevrêyê me Bager bi baweriya ji taktîk û rêbazên gerîla yên profesyonel ên dema bû kete bin barê pêvajoyê û bû yek ji fermandarên ciwan ên dema nû, gelek çalakî plan kir û pêşengî jê re kir. Hevrêyê me Bager bi pratîka xwe ya serketî ya di şerê tîm ê bi tevger de bawerî û hêz da hevrêyên xwe hemûyan.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Bager Başkale
Nav paşnav: Battal Ayhan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zeycan-Nîhat
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Cotmeha 2022 / Metîna

Botanê fermandarên efsanewî afirand ku berxwedanên dîrokî pêş xistin, pêşengiya van berxwedanan kirin û bi serhildan û tevlîbûna girseyî ya gerîla bû navenda gerîlayên azadiya Kurdistanê. Agirê azadiyê yê ku di 15’ê Tebaxê de fermandarê me yê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) li Botanê pêxist, qet netefiya û pêl bi pêl li hemû Kurdistanê belav bû. Bi hezaran lehengên Botanê tevlî nav refên gerîla bûn û berdewamiya meşa gelê me ya azadiyê misoger kirin.

Rêheval Bager ê li Elbakê ku nasnameya welatparêzî lê zindî ye û çanda berxwedanê lê xurt e ji dayik bû. Rêheval Bager ji biçûkatiya xwe ve derfet dît ku têkoşîna me nas bike û di nava berxwedana gelê me de mezin bû. Ji ber ku gelek ji malbat û hevalên wî tevlî nava refên têkoşînê bûne, rêhevalê me Bager di temenê xwe yê biçûkde bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re têkiliyên kûr ava kir. Rêhevalê me yê ku ji nêz ve şahidî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me dike, mîna her ciwanê Kurd ê ku dixwaze bi rûmet bijî, serî li ber zilmê netewand û her tim di nava têkoşînê de bû. Rêhevalê me yê ku bi dil û can bawer dike ku têkoşîna me ya ku ew baş dizane wê teqez serketinê ji gelê me re bîne, xwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê ji ber ku pir ciwan bû neçar ma demekê li bendê bimîne. Hevrêyê me yê ku tu carî xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir û li pey xeyalên xwe bû, di sala 2015’an de li axa ku lê ji dayik bû û lê mezin bû, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku dema tevlîbûna gerîla bûye weke roja ku ji nû ve ji dayîk bûye pênase dike, bi coş û kelecaneke mezin tevlî jiyana gerîla ya pîroz bû. Rêhevalê me yê ku her tim diyar dikir ew heyranê hesta rêhevaltiyê, ji bo xurtkirina vê girêdanê di nava hemû rêhevalên xwe de her tim hewl daye. Rêhevalê me Bager ê ku li qada Wanê 3 salan gerîlatî kir, bi pêşketin û bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral di rêza herî pêş a jiyanê de cih girt. Rêhevalê me yê ku di qada leşkerî de bi lez û bez xwe pê xist, bal kişandiye ser serdema nû ya taktîkên gerîla û di pratîkê de. Rêheval Bager ku di gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de di rêza herî pêş de cih girt, di çalakiyên ku tevlî bû de her tim dizanibû ku çawa xwe bigihîne hedefê. Hevrêyê me yê ku di şer de û hem jî di jiyanê de weke gerîlayekî jêhatî peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih anî, bi ruhê serdema nû bûye yek ji fermandarên me yên ciwan.

Rêhevalê me Bager ê ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li qada Wanê derbasî qada perwerdeyê bû, bi perwerdeyên leşkerî û bîrdozî ezmûna xwe ya zanistî kûr kir û bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo bû xwedî bingeheke îdeolojîk a xurt. Rêhevalê me Bager ê ku di perwerdeyên ku dîtî de xwe kûr kir û di gelek qadan de pispor bû, weke fermandarê yekîneyê derbasî qada Metîna bû. Rêhevalê me Bager ku demeke dirêj li herêma Metîna ma û di berxwedana bi bandor a li dijî êrîşên dagirkeriyê de rolekî pêşeng lîst, bû yek ji fermandarên serkeftî yên şêwaza tîmên gerok û ji bo belavkirina wê kedeke mezin da. Rêhevalê me Bager ku di jiyanê de bi rêhevalên xwe re bû yek, bi kesayeta xwe ya kedkar û xwerû karîbû hezkirin û hurmeta hemû rêhevalên xwe bi dest bixe. Rêhevalê me Bager ê ku gelek çalakî bi rêxistin kir, di çalakiyan de cih girt û pêşengtî kir, di lêdana derbên giran li dagirkeran de roleke bi bandor lîst.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re, di serî de ji malbata hêja ya rêhevalê me Bager re dixwazin ku hevrê Bager bi helwesta xwe ya bi girêdana PKK û xeta şehîdan, bêyî navber xebitî û hemû peywirên ku stend bi serkeftî bi cih anî. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna rêhevalê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

26'ê Cotmehê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, helîkopterên Skorsky ên hewl dan hêzên xwe li qadê deynin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî ku hêzên me derbên xurt lê dan, helîkopter bêyî ku hêzên deyne neçar man ku ji herêmê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Kevortê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran bombe li dagirkeran barandin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn û çeperek jî hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

25'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girgê FM'ê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe. Li hemberî van dagirkeran ku li çeperên li hev kom bûn saet di 14:50'î de bi çekên giran çalakiyeke serketî hatek irin. Di encamê de 8 dagirker hatin cezakirin ku yek jê payebilind bû û 2 sîstemên kamera yên mobesse û çekeke AT-4 hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî:

26'ê Cotmehê saet di navbera 06:00-11:30 û 19:00-00:00 de artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çeperên şer ên li Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitandin û bi aspîratorê dûyê bi jehr şandin nava çeperên şer.

26'ê Cotmehê saet di navbera 07:00 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên kîmyewî 4 caran bombe li çeperên şer ên li Şehîd Felat hatin barandin.

26'ê Cotmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer ên li Şehîd Pîrdogan bi çekên kîmyewî carekê bombardûman hate kirin. Dûyê bi jehr ê ji van çekên kîmyewî bilind bû, bi rengê reş bû û destpêkê bêhna barûtê ya şewitî, piştre jî bêhna klorê jê dihat.

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 4 caran bi bombeyên qedexekirî bombe li çeperên şer ên li Şehîd Agir hatin barandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

25'ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bihar 3 caran bi balafiran hate bombekirin.

25'ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

25'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

25'ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Çemço û Sacayê geriyan."