Li gundê ku di bin dorpêçê de ye leşkeran êşkence li zarokekî kirin

Li gundê Sorê yê Gevera Colemêrgê leşkeran dora gund girtin, şîddet li zarokekî 16 salî kirin û zarok destgîr kirin.

Di navbera gundên Sorê û Zêvkan ên girêdayî Geverê û li zozanên wê Walîtiya Colemêrgê di 24’ê Cotmehê de bi hinceta ‘avakirina ewlekarî, emniyet û asayîşê’ heta 15 rojan wekî ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ îlan kiribû.

Li gunde, mezra û zozanên Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yekmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmîn, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok, Wargenima jî di 25’ê Cotmehê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Li zozanên bejahiya gundê Sorê di sibeha 25’ê Cotmehê de zarokê 16 salî yê bi navê M.A. dema heywanên xwe diçêrand ji aliyê leşkeran de hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatiye stendin bi darê zorê telefona M.A. ji destê wî hatiye stendin û hinek dîmen û wêneyên di telefonê de wekî hincet hatine nîşandan û di nava wesayîta zirxî de êşkence li zarok hatiye kirin.

M.A. birine Fermandariya Jendirmeyan a Geverê û heta şev li wir hiştine. Hate diyarkirin bi şev M.A. hatiye berdan li nexweşxaneyê jî ji ber gefa leşkeran, bijîşkan rapora derbkirinê nedane zarok.