'Li dijî dagirkerî û faşîzmê; Jin Jiyan Azadî'

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku çalakiyên 25'ê Mijdarê divê di asta guhertina civakê de be, bi armanca avakirina jiyaneke azad û wekhev bêne lidarxistin û got, "Bi dirûşma 'Li dijî dagirkerî û faşîzmê; Jin, Jiyan, Azadî' em pergala faşîst têk bibin."

Endama Koordînasyona KJK Rewşen Mêrdîn tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bersiv da rojnamevan Zeynep Nergîz.

Rewşen Mêrdîn têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ev pergalê siyasî ye, nayê qebûlkirin û ew ê bi têkoşîna xwe pergala Îmraliyê têk bibin. 

'NÊZÎKATIYA CPT NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Rewşen Mêrdîn wiha domand; "Tecrîd tenê li ser Rêberê me nayê kirin. Li ser gelê Kurdistanê hemû tê kirin. Li hember Rêberê me nêzîkatiyek siyasî heye. Ti hiqûq, exlaq nayê pêkanîn. Gelek caran bi kêfî cezayê dîsîplînê tê dayîn. Êşkenceyeke psîkolojîk tê kirin. Lê Rêberê me bi berxwedana xwe ev pergala tecrîd û êşkenceyê têk bir."

Rewşen Mêrdîn di dewama axaftina xwe de got, di asta navneteweyî de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên pejirandin û xwedî lê tê derketin. Rewşen Mêrdîn got, "Fikrên Serokatî bûne malê mirovatiyê. Ji bo wê jî pergala dagirker ji vê rewşê ditirse. Weke tunebûyîn û têkçûyîna xwe dibîne."

Endama Koordînasyona KJK'ê bi dewamî got, CPT jî hevkariyê ji vê pergalê re dike, destnîşan kir ku ew vê nêzîkatiya CPT qebûl nakin.

Rewşen Mêrdîn di dewama axaftina xwe de berxwedana zindanan silav kir û di vê der barê de got, "Bi sedan girtiyên ku pêwîste azad bibin ji ber ku teslîmiyetê qebûl nakin bi bahaneyên kêfî ji zindanan nayên derxistin. Zindan cihê berxwedanê ye."

Endama Koordînasyona KJK diya rkir ku divê civaka Kurd, mirovên demokrat, azadîxwaz girtiyan bi tenê nehêlin û bibin dengê girtiyên azadiyê.

'EM Ê HESAP BIXWAZIN'

Endama Koordînasyona KJK'ê di dewama axaftina xwe de şerê li Zap û Metînayê nirxand û gerîlayênHPG û YJA STAR'ê ji ber çalakiyên serketî pîroz û silav kir.

Rewşen Mêrdîn wiha domand; "Qehremanên ku destan li ser destanan dinivîsînin ji bo mirovatiyê têkoşînê bilind dikin, ji bo ku li pêşiya faşîzmê bisekinin şer dikin. Sekna gerîlayan ji bo mirovatiyê dibe moraleke mezin.  Di nava şerê giran de, di bin çekên kimyewî de li ber xwe didin. Di bin şert û mercên herî giran de şer dikin. Ev îrade çavkaniya xwe ji fikr û felsefeya Rêbertiya me digire."

Rewşen Mêrdîn got, dewleta faşîst a Tirk di vî şerî de têk çûye û wiha dewam kir, "Dewleteke bi artêşa ku ji çeteyan, ji pere hatî avakirin nikare li hemberê îradeya ji pola bi ser bikeve. Dewletên NATO'yê piştgiriya herî mezin didin vî şerî, ji ber ku naxwazin ev şer biqede. Dewletên NATO'yê sûcdar in. Tenê ji bo ku çekên kimyewî bifiroşin vî şerî didomînin. Dibin hevbeşê qirkirina gelê Kurd. Di sedsala 21'ê de ev dewlet wê bêne darizandin. Gelê Kurd wê hesab ji wan bixwaze."

'DI ŞER Û ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ DE ROLA PDK'Ê JÎ MEZIN E'

Rewşen Mêrdîn rola PDK'ê ya di vî şerî de jî nirxand: "PDK ji destpêkê ve di operasyonê de bi roleke sereke tevdigere. Di bikaranîn çekên kîmyewî de jî roleke mezin dilîze. PDK dixwaze li ser tunebûna PKK hebûna xwe bide avakirin.  Lê tunebûna PKK'ê di heman demê de tunebûna PDK bi xwe ye."

Rewşen Mêrdîn diyar kir ku PDK wê hesabê van pêkanînên xwe bide û got, "PDK ji bo berjewendiyên malbata Barzanî tevahî Kurdan dike pêşçav derdixîne. Em ê hesabê ji PDK'ê bixwazin. Wek tevgera azadiya jinê, em ê tola qehremanên xwe ji PDK'ê rakin. Jinên ku nasnameya Kurdistanê diparêze, li dijî dagirkeriyê şer dike, xwîna wan li erdê namîne, bila dost û dijminên me bizanin."

'DIVÊ DEWLETA ÎRANÊ GUH BIDE ÇALAKVANAN Û PERGALA XWE BIGUHERÎNE'

Endama Koordînasyona KJK Rewşen Mêrdîn bi dewamî bal kişand ser çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakger silav kir û got, "Em şehîdên azadiyê yên şoreşa jinê bi bîr tînin.  Sekna wan ji dil û can silav dikin.  Ev têkoşîne mafê herî xwezayî ye."

Rewşen Mêrdîn got, "Di sedsala 21'ê de qanûnên şerîatê nayên qebûlkirin. Civak, jin nikare xwe tê de îfade bike. Pêwîste dewleta Îranê guh bide bide daxwazên çalakvanan û pergala xwe biguherîne."

Rewşen Mêrdîn destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Jinê piştgiriya çalakgeran dike û got, "Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyanê ye. Bîrdoziyeke. Rêbazeke jiyanê ye ku mirov xwe tê de îfade dike. Serokatî bi vê sloganê girêdayîna jinê a bi jiyanê re daniye holê. Jinên cîhanê xwedî li vê sloganê derketin. Di pêşketina van çalakiyan de rola tevgera azadiya jinê pir zêde ye. Pêwîste hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Heta serketinê ev têkoşîn pêwîste bidome. Ji bo ku em bikaribin civakeke li ser bingeha paradîgmaya Rêberê me, demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêk bînin em weke tevgera jinê piştgiriya wan dikin."

Rewşen Mêrdîn her wiha ji bo Konferansa Jinê ya Cîhanê ya 2'yemîn wiha axivî: "Ji 41 welatan 800 jin tevlî bûn. Çîroka her jinekê cuda bû, lê êşên jinê yêk bûn. Jin tenê dikarin di nava pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de xwe îfade bikin û pirsgirekên jinê çareser bikin. Di konferansê de ev yek eşkere bû. Jinan hemûyan spasiya jinên Kurd kirin. Ev yek jî nîşan dide ku jinên Kurd ji bo xwe weke hêviyê dibînin."

Rewşen Mêrdîn got, Tevgera Azadiya Jinê moreleke mezin ji konferansê girtine û got, "Pêwîste di çarçoveya biryaran de têkoşîn bê meşandin. Li 41 welatan rêxistiniya jinê hîn bêhtir bê xurtkirin."

Der barê çalakiyên 25 Mijdarê jî Rewşen Mêrdîn diyar kir ku, pêwîste çalakiyên sedsala dawî encamgir be.  Rewşen Mêrdîn di vê çarçoveyê de ev bang li jinan kir: "Li her devera Kurdistanê pêwîste jinên Kurd xwe bi baş rêxistin bikin. Li dijî qirkirin û faşîzmê pêwîste em çalakiyên xwe bînin wê astê ku civakê biguherîne. Qirkirina jinan ji holê rabe.  Pêwîste em jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Pêwîste di bin dirûşma 'Li hember qirkirin û faşîzmê Jin, Jiyan Azadî' de em pergala baviksalarî, dewletparêz, faşîst têk bibin."