HPG: Li Zapê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 2 caran bi çekên kîmyewî êrîş birin ser Qadên Berxwedanê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî da:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 2 caran bi çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

7'ê Mijdarê saet di 08:00, 08:20 û 17:20 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 3 caran li dagirkeran xistin.

7'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê a Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran û ferdî li dagirkeran xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

7'ê Mijdarê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, dagirkerên ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikirin bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama çalakiya bi çekên girand e dagirkerek hate cezakirin.

7'ê Mijdarê saet di 22:40'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

7'ê Mijdarê saet di 14:25 û 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, dagirkeran 2 caran bi çekên kîmyewî êrîş birin ser çeperên şer ên li Şehîd Felat.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

7'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus û tankan bombekirin."