Tîmên Tolhildanê li Wanê çalakî pêk anîn

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baz Mordem û Helbest Koçerîn ragihandin ku ji bo bîranîna gerîlayên di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûne, li Taxa Xaçort a Wanê çalakiyek li dar xistin.

Çalakgeran ku xwe weke “Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baz Mordem û Helbest Koçerîn” didin nasîn, ragihandin ku li taxa Xaçort a Wanê çalakî li dar xistine û heta demekê tax di bin kontrola wan de maye.

Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayîn:

“Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baz Mordem û Helbest Koçerîn di 30’ê Cotmeha 2022’an saet 22:00’an de rêya li Taxa Xaçort a Wanê xistine bin kontrola xwe û bi bombeyên deng û fîşekên hewayî û li leşkerên dijmin dan ên ku dixwestin destwerdanê. Piştî mudaxeleya hêzên me, dijmin neçar man ji taxan dûr bikevin. Yekîneyên me yên ku tax demekê di bin kontrola xwe de girtin, piştre çalakî bi dawî kirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li herêma Avaşînê de şehîd bibûn, hate lidarxistin. Çalakiyên me yên li dijî rêbazên şerê qirêj û sûcên şer ên dijmin li dijî gerîla pêk tîne, wê li her qada ku em lê ne, bidomin. Her du yekîneyên me ji cihê bûyerê bi awayek ewle vekişiyan e. Wê çalakiyên me berdewam bikin.”