Çalakiya Nobeta Edaletê di roja xwe ya 357’emîn de ye

Ji malbatên girtiyan a Nobeta Edaletê Nazîme Boltan, bal kişand ser êşkenceya li girtîgehê û got, "Eger maf qanûn bûna wê zilmê li zarokên me nekirana. Têkoşîna zarokên me wê berdewam bike."

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan, di roja 357'emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveber û endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an û Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan beşdarî çalakiyê bûn.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA ZAROKÊN XWE BERDEWAM BIKIN’    

Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan bi diyar kir ku li gel ev salek e di nobeta edaletê de ne jî ji bo çareserkirina pirsgirekên girtiyan tu gav nehatiye avêtin û wiha got: “Em ê ji bo zarokên xwe heta dawiyê li pey edaletê bin. Çend roj berê dîsa tevî nexweşiyan jî zilm li girtiyan hat kirin. Edalet di ber derê Wezirê Dadê û rêveberên dewletê de neçûye, heke biçûna tevî nexweşiyan jî zilm li girtiyan nedikirin. Ez ê heta dawiya li pey doza lawê xwe bim. Heke terorîstan dipirsin, terorîst ne lawê min e terorîst ew bi xwe ne. Gardiyanên ku zilm û zorê li ser wan ferz dikin ew in terorîst. Ew gardiyan jî bi daxwaza dewletê vê zilme li girtiyan dikin. Heke heq û hiqûq heye çima vê zilme li zarokên me dikin? Em ê heta dawiyê daxwaza edaletê bikin û têkoşîna vê yekê bidomînin. 

Ji ber ku em Kurd in vê zilm û zorê li me ferz dikin. Em jî tu car dest ji kurdatiya xwe bernadin. Ez Kurd im, zarokên min jî Kurd in. Em li pey edaletê ne, heke wisa nebûna di vê baran û sermayê de çima em li kolanan bûna? Ji bo zarokên xwe em dawa heq û hiqûqê dikin. Em dixwazin girtiyên me bên berdan. Lê her ku diçe zilm û zor li girtîgehan zêde dibin, ligel ku cezayê gelek girtî qediyan e jî nayên berdan û cezayên nû zêde dikin. Di heman demê de girtiyên nexweş nayên berdan. Zarokên wan jî hene rojek heq, hiqûq û edalet dê ji wan re jî hewce bike. Ev agirê di dilê min de bila rojekî bikeve dilê wan jî.”

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq û edalet" bi dawî bû.