Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da

Bego Polat ku di Komkujiya Dersimê de dê û 3 birayên wî li ber çavên wî hatine qetilkirin, di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Ji şahid û mexdûrên Komkujiya Dersimê ya 1938'an Bego (Bedrî) Polat duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Polat, ji ber hin nexweşiyên xwe du rojên dawîn li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Di komkujiya Dersimê de dê û 3 birayên Polat li ber çavên wî hatine qetilkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, li ser hesabê medyaya dîjîtal peyameke sersaxiyê parve kir. Di peyamê de wiha hat gotin: “Şahidê Komkujiya Dersimê ya sala 1938’an Bego Polat jiyana xwe ji dest da. Em rêxistina bajêr, bi jidestdayîna jiyana xwe ya mam Bego xemgîn in. Bila serê malbata wî û gelê Dersimê sax be.“

LI SER JIYANA WÎ

Bego Polat, behsa bûyerên qetlîama salên 1937-1938’an li Dersimê, ji keça xwe re kiriye û keça wî jî nivîsiye. 9 salî bûye gava dê û 3 xwişk û birayên wî li ber çavên wî hatine qetilkirin. Cenazeyan diavêjin avê, Bego Polat bi birîndarî difilite. Tiştên ew sal bi serê Polat de hatine, ji aliyê keça wî Rose Polat Agûn ve hatine nivîsîn û wek pirtûk hatiye weşandin.  Agûn, ji zarokatiya xwe ve tiştên bavê wê behs kirine, nivîsîne. Piştî amadekariya bi du salan, bi navê “Dersim 1938 ve sonrası“ wek pirtûk hatiye weşandin. Bego Polat, li gundê Korkez ê girêdayê Dersimê çêbûye. 6 xwişk û bira bûne. Şahidê qetlîama herî mezin a li Dersimê Bego Polat e. Li gor ku di pirtûkê de tê behskirin; beriya qetlîamê leşker serê sibehê Hasan Polat ê bavê Bego, dibin qereqolê. Lê çend roj di ser re dibuhure deng jê nayê. Ji wê boneyê du kekên Bego, Alî û Huseyîn, biryara gihîştina berxwedêran didin. Leşker, dayik Humar û xweh Elîf, bira Bira (4) û Hatîce (6) û dibêjin qey wî jî jiyana xwe ji dest daye, bi cenazeyên din re diavêjin avê. Polat, piştî ku ji avê derdikeve, ferq dike du pêçiyên jê bûne. Bi wî halî xwe digihîne gund û alîkariyê ji gundiyan dixwaze. Bi pişt re wî digihînin ba kekên wî yên li serê çiyayan, heta ku Qanûna Efûyê tê derxistin, bi wan re li serê çiyayan dimîne û ji qetlîamê xelas dibe.