Hovîtiya artêşa Tirk: Şewitandin, gulereşandin, teqandin

Artêşa Tirk ku herî dawî bi şewitandina leşkerên xwe kete rojevê, li dijî Kurd ên sivîl bi her cûreyî hovîtî kir. Leşkerên Tirk ku li Vartînîsê malbatek bi saxî şewitandin, bi sedan sivîl jî şewitandin û avêtin nava bîrê.

Artêşa Tirk ku ji 14'ê Nîsana 2021'ê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi her awayî hovîtiyê dike, lê van kiryarên xwe red dike, bi dîmenan eşkere bûbû ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne.

Artêşa Tirk ku herî dawî bi şewitandina leşkerên xwe kete rojevê, li dijî Kurd ên sivîl bi her cûreyî hovîtî kir, bi sazî şewitand, gule li wan reşand an jî bi teqemeniyan qetil kir. Bi taybetî, gava ku di şer de derbên giran ji gerîlayên azadiyê yên Kurd xwar, bi van rê û rêbazan hewl da ku tolê ji gelê Kurd hilîne.

Vaye çend ji bûyerên ji hovîtiya artêşa Tirk a li Kurdistanê:

SIVÎLÊN KURD BI ASÎTÊ ŞEWITAND Û AVÊT HUNDIRÊ BÎRÊ

Bîrên asîtê yên navbera Silopiya û Cizîrê, yek ji kiryarên sereke yên artêşa Tirk ên li Kurdistanê bû. Rêxistiniya kontrgerîla ya artêşa Tirk JÎTEM di salên 1990'î de bi sedan sivîl ji herêmên Botan û Mêrdînê revand, li gelek deverên li ser rêya Cizîr-Silopiyayê avêt hundirê bîrên asîtê yên BOTAŞ'ê. Sala 2009'an yek ji kesên ji lêpirsîna Ergenekonê Tûncay Guney û îtirafkar Abdulkadîr Aygan li xwe mikur hatin û li ser vê yekê hin ji van bîrên li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin vekirin.

Di hundirê bîran de hestiyên bi dehan mirovan, kincên şewitî yan jî şopa xwînê li ser bûn, hatin dîtin. Şahidên wê demê û endamên berê yên JÎTEM'ê diyar kirin ku kesên hatin revandin piştî ku bi asîtê hatin şewitandin, avêtin hundirê bîrê.

XAÇ XISTIN STUYÊ MELE Û GULE LÊ REŞANDIN

Gerîlayên ARGK'ê di 13'ê Hezîrana 1993'an de li bajarokê Bespînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê avêtin ser qereqola artêşa Tirk. Di şer de ku bi saetan dewam kir leşkerên Tirk gelek kuştî dan. Piştî rojekê jî leşkeran êrîş birin ser şêniyên vî bajarokî û tola xwe ji sivîlan hilanîn. Lşekerên Tirk bi fermana Fermandarê Tûgaya li Şirnexê ya artêşa Tirk Mete Sayar êşkence li gundiyan kirin, meleyê gund Îbrahîm Akil jî di nav de gule li 6 sivîlan reşandin û agir berdan gund. Leşkerên Tirk beriya ku komkujiyê bikin xaç xistin stuyê mele Akil û heta ji ser hişê xwe biçe lê dan.

'Generalê kujer' Mete Sayar ku sala 1974'an di dagirkirina Qibrisê de jî hebû û di heman demê de wezîfeya Alîkariya Fermandarê Daîreya Tevgera Taybet a Fermandariya Giştî ya Tirk dikir, heman salê ji rojnameya Hurriyetê re axivî û li komkujiya Bespînê û kuştina mele mikur hat. Mete Sayar got, "Kesekî ku meletî ji gundekî re dikir beriya du mehan di dema çalakiyekê de hate kuştin. Dema ku li ser wî geriya, kolyeya xaç hate dîtin, hate dîtin ku bêsunet e. Me dît ku kesê me weke mele zanî bû, Ermenî bû." Mete Sayar bi van gotinên xwe heqaret hem li gelê Ermen hem jî il Misilmanan kir.

LI VARTÎNÎSÊ 9 SIVÎL HATIN ŞEWITANDIN

Artêşa Tirk Cotmeha heman salê vê carê asta hovîtiyê bilindtir kir. 2'ê Cotmeha 1993'an di şerê bi gerîlayên ARGK'ê re astsûbayekî artêşa Tirk hate kuştin. Leşkerên ku cenazeyê astsûbay wergirtin, dema ku ji bajarokê Vartînîs ê navçeya Korkût a Mûşê derbas dibûn gule berdan hewa û gotin, "Em ê îşev werin û gundê we bişewitînin."

Leşkerên Tirk 3'ê Cotmeha 1992'an bi şev saet di 3'an de agir berdan gund. Hevjîn Nasir û Eşref Ogut ên ku mala wan hate şewitandin, tevî zarokên xwe yên 12, 3 û 7 salî jiyana xwe ji dest dan. Di vê komkujiyê de pitika di zikê Eşref Oran de jî şewitî û jiyana xwe ji dest da. Yekane kesa ku ji malê bi saxî filitî Aysel Ogut piştre gilî kir.

Piştî demeke kurt Serdozgeriya Komarê ya Mûşê got, "Bûyer ji aliyê PKK'ê ve hatiye kirin û sûcê terorê ye", bi vî rengî biryara neşopandina dosyayê da. Dosya şand ji Serdozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dwletê ya li Amedê. Serdozgeriya vê dadgehê jî bûyer weke 'çalakiya terorê' pênase kir û dosya bi hinceta ku 'kiryar diyar nîne' girt.

Piştî bi salan di doza têkildarî Komkujiya Vartînîsê de li ser 3 leşkerên payebilind ê Tirk biryara beraatê hate dayin. Parêzerên malbata Ogut li Dadgeha Bilind li ber vê biryarê rabûn, careke din doz vekirin. 21'ê Îlona 2021'ê di rûniştina destpêkê de ya li Dadgeha Ceza yê Giran a 1'emîn a Kirikkaleyê de têkildarî Fermandarê Alayê ya Jendermeyan a Navçeyê ya wê demê Bulent Karaoglû de biryara girtinê hate dayin. Lê belê Bulent Karaoglû ji wê demê û vir ve nayê girtin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GULE LI 9 ŞIVANAN REŞANDIN

Artêşa Tirk di sala 1995'an de tevî 35 leşkerên xwe bi navê "Tevgera Çelîk" ji çar baskan ve ji bo dagirkirinê kete nava xaka Başûrê Kurdistanê û dest bi êrîşê kir. Lê belê ev êrîşa mezin li îradeya ji pola ya gerîlayên Kurdistanê ket. Artêşa dagirker ku li hemberî gerîlayên ARGK'ê encama dixwest nekarî bi dest bixe, vê carê jî êrîş bir ser sivîlan.

Di dema êrîşa dagirkeriyê de 11 gundên li ser sînor ji aliyê artêşa dagirker ve hatin bombekirin, êrîş li gelek wesayitên sivîlan hate kirin. Di rojên destpêkê yên Nîsanê de artêşa Tirk mohra xwe danî binê komkujiyeke hovane. Leşkerên Tirk 2'ê Nîsana 1995'an li qada navbera gundên Bawerkê û Bênata yên Duhokê gule li 9 şivanan reşand. Navê 7 ji van şivanan wiha ye; Abdulkadîr Îzzetxan, Îsmaîl Hasan Şerîf, Serbest Ebdûlkadir, Ebdillah Kerîm Huseyîn, Abdûrrahman Mûhammed, Şerîf Gulî Zîkrî û Ehmed Fettah.

DESTPÊKÊ SIVÎL DÎL GIRTIN, PIŞTRE GULE LI WAN REŞANDIN Û ŞEWITANDIN

Rayedarên dewleta Tirk di demekê de ku amadekarî ji hilbijartinên 24'ê Kanûna 1995'an re dikirin, bi rêya hin navbeynkaran daxwaza agirbestê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Abdullah Ocalan jî piştî şerê giran ê li Kurdistanê ji bo pêşî li pêvajoyeke nû veke di 15'ê Kanûna 1995'an de ji MED TV re axivî û agirbest ragihand. Piştî hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojên destpêkê yên sala 1996'an de rejîma Enqereyê bi komkujiyekê bersiv da agirbestê.

Leşkerên Tirk 12'ê Çileya 1996'an avêtin ser gundên Çevrîmlî û Yatagan ên navçeya Basan a Şirnexê û komek ji cerdevan û gundî destgîr kirin. 15'ê Çileya 1996'an beşek ji gundiyên ji tabûra artêşa Tirk hatin derxistin, li mînîbusekê hatin siwarkirin. Piştî demeke kurt gule li wan hatin reşandin, hatin kuştin û piştre agir berdan wesayita tê de bûn. Piştî vê bûyerê ku 11 Kurd ên sivîl hatin qetilkirin, Fermandariya Giştî ya Tirk daxuyaniyek da û hewl da ku bûyerê bixe stuyê PKK'ê. Lê belê piştî demeke kurt eşkere bû ku JÎTEM'ê ev bûyer kiriye, ku makîneya kuştinê ya dewleta Tirk bû.

BI PEYANISÊ 9 SIVÎL BI TEQEMENIIYAN QETIL KIRIN

Ji bidawîbûna biryara bêçalakiyê ya KCK'ê re 4 roj mabûn, di 16'ê Îlona 2020'î de ji bo pêvajoya bêçalakîtiyê dewam bike Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wê bi Serokwezîrê wê demê yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek bikira. Lê belê çend saet beriya pêkhatina vê hevdîtinê li nêzî gundê Peyanîsê yê Colemêrgê, di dema derbasbûna mînîbuseke sivîl de teqîn çêbû. Di encama teqîna teqemeniyên leşkerên Tirk de yên li ser rê hatibûn bicihkirin 9 sivîl hatin qetilkirin.

Heman rojê li gel plana aştiyê ya KCK'ê wê rejîma Enqereyê bi heyetekê biçûya Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike. Lê belê di rewşeke bi vî rengî de pêkhatina komkujiya Peyanîsê balkêş bû. Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe di hevdîtinê de wê wiha bigota, "Bi vê teqîna dawî re hevdîtinên li vê derê hatin teqandin."