Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Acet li Êlihê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ûgûr Acet yê ku li navçeya Şaxê ya Wanê di şer de şehîd bû, li bajarê xwe Êlihê bi awayekî girseyî hat veşartin.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Ûgûr Acet yê ku di 20'ê Cotmehê de li navçeya Şaxê ya Wanê di şer de şehîd bû, li bajarê xwe Êlihê hat definkirin. Malbat îro cenazeyê Acet ji morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê wergirt. Cenazeyê Acet danê êvarî gihaşt Êlihê. Piştî wecîbeyên olî, malbatê cenaze bir Goristana Asriyê.

Polîsan nehişt ji xeynî ferdên malbatê kes têkeve hundirê goristanê. Piştî nîqaşeke dûr û dirêj, girseyeke qelebalix ket hundirê goristanê û girseyeke qelebalix jî li derve ma.

Cenazeyê gerîla Acet bi awayekî girseyî hat veşartin.