HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîla Ciwana û Amara eşkere kir, ku 17'ê Îlonê li Heftanînê şehîd bûn û got, "Bûn şopdarên xeta fedaîtiyê ya bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlan destpê kir. Wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di 17'ê Îlona 2022'an de di operasyona artêşa Tirk a dagirker de ya li qadên Şehîd Kendal û Keşanê yên Heftanînê, hevrêyên me Ciwana û Amara li ber hêzên dijmin rabûn û derbên giran li djimin xistin. Di encama derbên giran ên hevrêyên me Ciwana û Amara de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin û gelek birîndar bûn. Di şerê giran de hevrêyên me birîndar bûn û ji bo nekevin destê dijmin bi helwesteke fedaî ya ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de nîşan dan, bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn. Hevrêyên me Ciwana û Amara weke şopdarên xeta fedaîtiyê ya bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlan hate destpêkirin, wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi serketî bi cih anîn. Ev hevrêyên me weke milîtanên herî hêja yên Têkoşîna Azadiyê ya Jinê derbasî nava dîroka azadiyê ya jinê bûn. Şehadeta van hevrêyên me yên hêja bû ferman ji me re ku têkoşînê mezintir bikin, di îdeolojiya rizgariya jinê de kûrtir bibin û jiyana azad ava bikin. Bi vê têgihiştinê di şexsê fermandarên xwe yên fedaî hevrêyên me Ciwana û Amara de şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku hêjayî wan bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha:

Nasnav. Ciwana Cûdî
Nav paşnav: Fatma Erener
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Seyran-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2022 / Heftanîn

Nasnav: Amara Cûdî
Nav paşnav: Zeynep Gunden
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Safiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2022 / Heftanîn

CIWANA CÛDÎ

Botan bi çiyayên xwe yên asê yek ji navendên herî girîng ên parastina çand û nirxên neteweyî yên gelê Kurd ên li dijî dagirkeran e. Ketina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya nava Botanê û weke parêzvanên hebûna Kurdan destpêkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger, kir ku eşîra me ya Sipêrtî ya welatparêz jî berê xwe bide têkoşîna azadiyê û bi PKK'ê re bû yek. Hevrêya me Ciwana jî li eşîra Sipêrtî ya ku gelek fermandarên leheng da têkoşîna me ya azadiyê û ji bo azadiyê xwe ji dayina berdêlan neda alî, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Polîtîkaya dewleta Tirk a asîmîlasyon, qutkirina ji koka xwe, bêçandhiştin a li ser gelê Kurd, ku bi taybetî li dijî jin û ciwanan dimeşîne, ji nêz ve dît û hêrsa wê mezin bû. Hevrêya me Ciwana pê hesiya ku li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst û tecrîda giran a li ser Rêber Apo, têkoşîna herî xurt li nava refên gerîla dikare bê dayin. Hevrêya me Ciwana bersiva herî mezin da vê polîtîkayê û di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de tevlî bû, nîşanî ciwanên Kurd ên welatparêz da ku bersiva rast û rêya têkoşînê çi ye.

Hevrêya me Ciwana ku sala 2014'an bi kelecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bû, bi kesayetiya xwe ay têgihiştî û fedakar li nava hevrêyên xwe hate hezkirin, bi alîkariya hevrêyên xwe zû hînî jiyana gerîla bû. Di perwerdeya şervanên nû de kîn û hêrsa xwe bêhtir fêhm kir û bi vê têgihiştinê dest bi kar kir. Hevrêya me ji bo pratîka xwe ya destpêkê derbasî herêma Zapê bû, li gel şert û mercên giran û bêderfetiya li qadê, zû hîn bû û tevlî kar bû. Di gelek çalakiyan de yên li vê herêmê bi roleke çalak rabû û bi wêrekiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Ciwana ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve hewl da xwe bi pêş ve bibe, tevlî perwerdeyên branşê bû û bi rengekî serketî qedand. Êdî bû gerîlayeke di branşê de pispor û weke fermandareke YJA Starê ya şareza bi gavên ji xwe bawer meşiya. Hevrêya me Ciwana piştî ku li herêma Zapê demekê tevlî pratîka şer bû, pê hesiya ku pêşketina tenê ji aliyê leşkerî ve wê helwesteke rast a şoreşgerî nebe. Li ser vê bingehê beşdarî perwerdeya li Akademiya Jin a Azad a Şehîd Bêrîtan bû û di vê prewerdeyê de ji bo fêhmkirina pîvanên jin ên azad û Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo kûr bû. Di pratîka xwe de ya li pêvajoya perwerdeyê, dersên mezin ji şaşitiyan derxist û bi kûrbûneke xurt tevlî pratîkê bû. Weke fermandareke YJA Starê ya şareza derbasî herêma Heftanînê.

Li herêma Heftanînê di plankirin û bicihanîna gelek çalakiyan de yên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê, kedeke mezin da. Bi taybetî branşa ku tê de pispor bû bi xurtî bi kar anî û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me di vê pêvajoya operasyonê de birîndar bû û piştî ku hate dermankirin bi biryardarî li herêma Heftanînê vegeriya û weke fermandar û hevrêyekê li gel hevrêyên xwe cih girt. Hevrêya me Ciwana di jiyana xwe ya şoreşgerî de xizmet ji hevrêyên xwe kir, ji bo hevrêyên xwe ti carî xwe ji kar neda alî û weke fermandareke dilnizm li her derê ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin, bû cihê hurmetê. Bi wêrekî û fedakariya xwe bawerî da hevrêyên xwe hemûyan, bi tevlîbûn, sekna xwe ya bi biryar bû fermandareke jin a Pêngava Cenga Heftanînê û bi rola pêşengiyê rabû.

AMARA CÛDÎ

Wan ku bi çanda xwe ya qedîm a bi hezaran salî û weke navendeke pêşeng a têkoşîna me ya azadiyê tê nasikrin, piştî ku tevgera me li herêmê bi cih bû û hêviyên azadiyê ji nû ve şîn bû, bi hezaran ewladên xwe yên leheng di vê oxirê de şehîd da û li dora tevgera me cih girt. Hevrêya me Amara jî li nava malbateke welatparêz a ji vê çandê ji dayik bû, ku ji ber hin sedeman neçar ma koçî Stenbolê bike. Ji ber welatparêziya malbata wê, hevrêya me Amara PKK zû nas kir. Piştî ku xwişka wê ya mezin hevala Dîlan (Bahar Gunden) beşdarî nava refên gerîla bû, bêhtir ji PKK'ê hez kir. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst qirker ên li ser Kurdên li metropolan ji nêz ve dît û gelekî bi hêrs bû. Hevrêya me Amara polîtîkaya înkarkirina xwe, yanî Tirkbûnê ya ku li ser ciwanên Kurd ên li metropolên Tirkiyeyê tê ferzkirin red kir û bi vê sekna xwe bû mînak ji ciwanên Kurd re. Dîroka ku li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk tê berevajîkirin û li ser ciwanên Kurd tê ferzkirin, qebûl nekir. li hemberî van polîtîka û kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me Amara kete nava lêgerîna wê yekê ku bersivê bide van êrîşan. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker ên li hemberî gelê Kurd dimeşîne, gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî mezin û bi wate li nava refên gerîla dibe û biryar da tevlî nava gerîla bibe.

Hevrêya me Amara sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya şervanên nû li herêma Heftanînê wergirt. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve heyrana jiyana gerîla bû. Li gel vê heyraniyê her wiha bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû, bi bandora têkiliyên hevrêtiyê bêhtir xwe kûr kir. Her ku kûr bû fêhm kir ku hevrêtî bi ked, fedakarî, hezkirin û hurmetê dibe. Ji ber vê yekê di jiyana xwe ya şoreşgerî de tawîz ji hevrêtiyê neda, bi rengekî bêşik û bêguman tevlî bû. Demeke dirêj li Heftanînê ma, li gelek qadan kar kir û di kar de jî serketin ji xwe re kir esas. Bi tevlîbûna xwe ya dilnizm û fedakar li ber ti wezîfeyê ranebû û ji bo xwe kir wezîfeya herî mezin ku kedê di ber hevrêyên xwe de bide. Bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe bû yeka tê hezkirin û cihê hurmetê.

Hevrêya me Amara dema ku li Heftanînê bû ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, ji bo ev pêşketin û performansa wê di pêvajoya şer de bibe bersiveke mezin, kete nava hewldan û kûrbûnê. Ji bo karibe rê û rêbaza gerîla ya profesyonel a serdema nû baştir fêhm bike û bi cih bîne, beşdarî perwerdeya branşê bû. Hevrêya me Amara bi rengekî serketî perwerde qedand û ji bilî pisporbûna di teknîkê de her wiha ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe kûr kir. Kete nava têkoşîna wê yekê ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo baştir fêhm bike û bixe meriyetê. Hevrêya me Amara bi danhevî, hişmendî û pratîka xwe, derbasî Heftanînê bû ku berê lê ma û û baş nas dikir. Hevrêya me Amara kuk ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bi kûrbûnên cuda derbasî herêmê bû, ji bo vê kûrbûna xwe bixe pratîkê gelekî hewl da. Hevrêya me Amara ji xwe re kir wezîfeya herî mezin ku pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike, tiştên hîn bûye bide hînkirin û bi kesayetiya xwe ya dilnizm li nava hevrêyên xwe gelekî hate hezkirin. Li herêma Heftanînê di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin hate xistin, keda hevrêya me Amara hebû. Bi kûrbûna li ser taktîkên gerîla yên serdema nû re hewl da derbên herî giran li dijmin bixe.

Hevrêyên me Ciwana û Amara di şoreşgeriya xwe de, di pratîka şer de bi wêrekî û fedakariya xwe mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Weke şopdarên wan, di şexsê hevrêyên xwe Ciwana û Amara de em soz didin ku nirxên ku şehîdên me yên pîroz ji me re hiştine biparêzin, armanca Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin."