Malbata Şîmşek a ku êrîşî Şenyaşaran kiribû 2 kes kuştin

Malbata Şîmşek a ku xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e û tevlî êrîşa li dijî malbata Şenyaşaran bûbû, 2 kes kuştin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 8’ê Mijdarê de ji ber ‘parkkirina wesayîtan’ di navbera malbata Şîmşek û Altay da şer çêbûbû. Malbata Şîmşek duh çûn Taxa Şevra û bi çekan li malbata Altay dan. Di encama vê êrîşê de Cîhan Kayhan û Mehmet Kayhan jiyana xwe ji dest dan û Îbrahîm Altay jî birîndar bû.

Hate diyarkirin di vê êrîşê de çekên cerdevanan hatine bikaranîn û hinek kes hatine destgîrkirin.

Malbata Şîmşek di 14’ê Hezîrana 2018’an de tevlî qetlîama li dijî malbata Şenyaşar jî bûbûn.