HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin -NÛ BÛ

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. Her wiha çeperek hate rûxandin. Di şer de 3 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger berxwedana dîrokî dewam dikin. Dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî îradeya xurt a Apoyî li Qadên Berxwedanê nikare encamê bi dest bixe, bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcên xwe yên şer dewam dike. Dewleta Tirk ku bi rêya medya şerê taybet nûçeyên sexte yên serketinê belav dike û hewl dide ku rewşa xwe ya xitimandî ya li hemberî gerîlayên me veşêre, dixwaze ku bi propagandaya derewan encamê bi dest bixe. Li gel van rêbazên şerê qirêj jî meşa azadiyê ya gerîlayên me yên azadiyê bi îrade û baweriyeke mezin, bi biryardarî dewam dike.

Di encama çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatin cezakirin û 8 jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek hate rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 11 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran jî bi çekên kîmyewî, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

27'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger dan pey komek ji dagirkeran a li qada Şehîd Piling. Hêzên me koma dagirker xiste bin kontrola xwe û ji nê ve bi çekên ferdî lê dan. Di encama vê çalakiyê de ku bi ruhê êrîşê yê xurt û rêbazên dewlemend ên gerîla hate lidarxistin 12 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn.

Di encama şer û êrîşên hewayî de, hevrêyên me Sîpan, Cesûr û Rojger ên bêtirs bi ser dijmin ve çûn û derba destpêkê lê dan, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Rojger wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sîpan Karakoçan
Nav paşnav: Xalid Temê
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Şemsê-Ebdulganî
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2022 / Metîna

Nasnav: Cesûr Roboskî
Nav paşnav: Adem Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mehdiye-Mahît
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2022 / Metîna

SÎPAN KARAKOÇAN

Hevrêyê me Sîpan li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di malbateke welatparêz û xwedî kevneşopiya Kurdewar de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku malbata wî bi pêşketina partiya me PKK ya li herêma Rojava de û di nava refên têkoşînê de cih girtiye, hevrêyê me Sîpan jî ji biçûkatiya xwe ve partiya me PKK’ê nas dike. Dema rêhevalê me Sîpan ku bi destanên lehengiya gerîla mezin bû, gihîşt ciwaniya xwe, tovên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatin çandin. Lewma wî cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de girt û erka xwe ya welatparêzî bi cih anî. Piştî ku di sala 2013’an de çeteyan êrîşî Serêkaniyê kirin, ew jî tevlî nav refên berxwedanê bû û di warê derxistina çeteyan ji Serêkaniyê de roleke girîng lîst. Di vê pêvajoyê de di bin bandora şehadeta gelek hevrêyên xwe de maye û ji bo ku layiqî hevrêyên xwe yên şehîd be, xwest hîn bêhtir têbikoşe. Dîsa di vê pêvajoyê de di şexsê hevrêyên me yên şehîd de partiya me PKK ji nêz ve nas kir û pê hate girêdan.

Di sala 2013’an de bi komploya li ser hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê hatin qetilkirin û banga seferberiyê ya Rêbertiya me re, hevrê Sîpan tevlî nava refên gerîla bû. Ligel di nava gerîla û çiyayan nû bû jî, bi baweriyeke mezin beşdarî nava refên gerîla bû û roj bi roj xwe pêş xist. Rêhevalê me Sîpan ku ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûye û vir ve îdiaya wî fedakarî bû û wî biryar da ku di nava Hêzên Taybet de dikare vê îdiayê bi awayekî herî rast bi cih bîne, ji ber vê tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Piştî ku dewreya perwerdehiyê ya salekê bi serketî qedand, beşdarî hin xebatên ku pêbaweriyek mezin hewce dikir bû û bi qasî 3 salan pratîkek serketî pêk anî. Di vê pêvajoyê de îdeolojiya Rêbertiyê, rastiya PKK'ê, xeta têkoşînê ji nêz ve hîn bû û di warê partîbûnê de pêşxist. Dîsa bi giranî nakokiyên li ser bingeha xeta azadiya jinê ji holê rakiriye û ketiye nava lêgerîneke kûr a rêhevaltiya rast a bi jinê re. Rêhevalê me Sîpan ku xwedî kesayetek kedkar û fedakar e, xwest bi awayekî aktîftir beşdarî pêvajoya şer bibe û li ser vê bingehê israr kir ku derbasî qadên şer bibe.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Sîpan ku weke fermandarê yekîneyê derbasî herêma Metîna bû, pêşî li herêma Zendûra û Hirore tevlî nav xebatê bû. Li vir bi enerjiya xwe ya ciwantiyê û şerê li dijî dijmin, di asta pêşengtiyê de bi taybet xebatên binesaziyê beşdarî gelek xebatan bû. Hevrêyê me Sîpan ê ku di gerîlatiya serdema nû de xwe kûr kir û ji bo pêkanîna taktîkên serdemê her kêliya xwe bi lêhûrbûnê domand. Di heman demê de wî hevalên xwe yên têkoşînê jî perwerde dikir. Hevrêyê me Sîpan ê ku ji kûr ve dizane ku şer wê beriya şer bi ser bikeve, li gorî vê hemû amadekariyên xwe kir. Hevrêyê me Sîpan ku yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû ye, bi cesaret û helwesta xwe ya bi biryar, bawerî û cesaret xistiye nava hemû hevalên xwe yên li derdora xwe û ji bo bibin pêşengên milîtan kedeke mezin da. Hevrêyê me Sîpan ê ku di sala 2021’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk ên qirker ên li ser herêma Metîna ku li ser bingeha êrîşên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê li ser xeta Zendûra dest pê kir, bersiv da dagirkeriyê û hewl da bi berxwedana rêhevalên xwe yên li Zendûrayê re zêdetir piştgiriyê bide. Hevrêyê me Sîpan ê ku hêrsa wî ya li hember dijmin hîn zêdetir bû dema hevrêyên wî yên li qada Zendura gihiştin şehadetê, ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên bi wan re jiyana hevpar bi wan re parve kir, girantir bû. Paşê li gelek qadên Metîna cih girt û xwe û hevalên xwe ji şerekî mezin re amade kir. Hevrêyê me Sîpan ê ku bi erka fermandariya tîmên gerîllayên gerok li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin li dijî Girê Hakkarî dabû destpêkirin, ew jî derbasî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bû. Li vê qadê wî gelek çalakî bi rêxistin û koordîne kir û di heman demê de tevlî van çalakiyan bû û peywira xwe ya şoreşgeriyê bi cih anî. Bi hesta tolhildana hevrêyên xwe beşdarî her çalakiyan dibû û bi her derbeya ku li dijmin dixist zêdetir dihesiya ku layiqê hevrêyên xwe ye. Herî dawî bi hevrêyên xwe Cesûr û Rojger re di çalakiya li Qada Şehîd Piling gelek leşkerên dijmin ceza kirin û bi awayekî fedaî çûn ser dijmin. Hevrêyê me Sîpan ku bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta Zîlanbûnê ku bi ruhê xwe yê fedayî yê bilind esas girt, milîtanekî Apoyî yê mînak e. Hevrêyê me weke yek ji fermandarên sembol ên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre tevlî karwanê şehîdan bû.

CESÛR ROBOSKÎ

Hevrêyê me yê leheng li navçeya Qileban a Şirnexê di malbateke welatparêz a ji eşîra me ya Goyî ku yek ji kevintirîn eşîrên Kurdistanê ye de, ji dayik bûye. Hevrêyê me Cesûr bi çîrokên lehengiya fermandarên me yên pêşeng yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin bû. Hevrê Cesûr bi şahidê înkar û îmhaya dewleta Tirk a mêtinger û faşîst ku li ser gelê Kurd dike.  Hevrêyê me li hemberî van polîtîkayan kîn û hêrseke mezin hîs kir. Hevrêyê me yê leheng ku xizmên wî jî di nav 34 welatparêzên me de bûn ku di sala 2011’an de li Roboskiyê di encama bombebarana dewleta Tirk a qirker de hatibûn qetilkirin. Hevrêyê me fêm kir ku şerê dewleta Tirk a faşîst ne bi tenê PKK ye, armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e. 

Hevrêyê me yê Cesûr ku di sala 2014'an de li axa ku ji dayik bû bi coşeke mezin tevlî gerîla bû û bi her tiştên nû di nava gerîla de didît bandor li meşa xwe kir û bi heyecanek zêdetir meşa xwe domand. Hevrêyê me yê  leheng ku perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê bi serkeftî qedand, kîn û hêrsa mezin a di nava xwe de li ser zemîneke bîrdozî bi cih kir. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar, mutewazî û bêhesab di pêvajoya perwerdeyê de bûye yek ji hevrêyên me yên ku di nava rêhevalên xwe de jê dihata hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me yê leheng Roboskî ji ber ku li gund di nav kedê de mezinb bû, ew zû adapteyî pratîka gerîla bû. Hevrêyê me Cesûr ê ku pratîkeke serkeftî pêk anî, ferq kir ku serdema nû ya gerîlatiyê encax bi profesyonelbûnê pêkan e û tevlî perwerdehiyên pisporiyê bû. Rêhevalê me yê leheng ku perwerdeya xwe ya pisporiyê bi serkeftî bi dawî kir, derbasî qada Metîna bû.

Hevrêyê me yê leheng ê ku di dema mayîna xwe ya li Metîna de hema bêje li her qadê ked da, ji aliyê hevalên xwe ve jî bi vî rengî hate naskirin. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya aktîf li her qada ku diçe hêz û moralê dida hevrêyên xwe, bi pêkanîna rola xwe ya pêşeng a di jiyanê de bi ser ketiye, wî hevrêyên xwe jî çalakd dikir. Hevrêyê me yê leheng ku di nava dijwarbûna derbeyên li dijmin de bû, di firsendeke herî biçûk de jî bê dudilî meşiya ser dijmin û derbên mezin li dijmin da. Hevrêyê me di warê bikaranîna taktîkên gerîla de xwe kûr kir û ji bo pêkanîna vî tiştî kete nav hewldaneke mezin. Dema ku dewleta Tirk a faşîst li qada Metînayê operasyona dagirker da destpêkirin, hevrêyê me di çalakiyên xurt ên li dijî dijmin de roleke pêşeng lîstiye. 

Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyên me yên leheng ji me re hiştiye ku bi pratîka wî ya ku li her qadê derbên giran li dijmin daye, em ê bi serbilindî hilgirin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevalên xwe yên şehîdên pîroz di Kurdistana azad de bidin jiyîn. 

Malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan û Cesûr di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Mijdarê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9'ê Mijdarê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

9'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

9'ê Mijdarê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin, di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

9'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-14:50'î de li Qada Bexwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Şehîd Çekdar 4 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Felat 6 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Saca, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM'ê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."