Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

DÎSK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû serdana malbata Şenyaşar kir û got, "Ev têkoşîn pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Heta ku demokrasî nebe edalet jî nabe."

Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve di Nobeda Edaletê de ye. Çalakî îro di roja 609'an de ye. Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû û endamên desteya rêveberiyê serdana malbata Şenyaşar kirin.

Arzû Çerkezoglû bi navê heyetê axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna malbata Şenyaşar. Çerkezoglû got, "Ev têkoşîn pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê bi şênberî radixe pêş çavan. Li vê derê hovîtiyek hate kirin, Tirkiyeyê jî şahidî ji pêvajoya piştî vê komkujiyê re kir. Li hemberî vê neheqiyê Emîne Şenyaşar û malbata wê li ber xwe dide, daxwaza wan a li ser maf, hiqûqê di heman demê de daxwazek ji bo paşeroja vî welatî ye. Bi navê çîna karker, bi navê DÎSK'ê em vê dibêjin; heta ku demokrasî nebe edalet û mafê kedê jî nabe. Em dibêjin ku demokrasî û edalet nanê karkeran e. Em zanin ku heta mafê kedê nebe demokrasî û edalet jî nabe."

Çerkezoglû destnîşan kir ku têkoşîna ji bo maf û hiqûqê ya li vî welatî, têkoşîna li dijî neheqiyê di heman demê de têkoşîna DÎSK'ê ye û ragihand ku ew ê şopdarê doza malbata Şenyaşar bin.

Emîne Şenyaşar jî xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê 4 sal in girtî ye bê berdan.