Cenazeyên qurbaniyên fermanê di kîs de radestî malbatên wan kirin

Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê cenazeyên 16 qurbaniyên Şengalê bi torbeyan radestî malbatên wan ên li Şengalê kirin û xwestin wiha bibin veşêrin. Êzidiyan nerazîbûn nîşanî vê bêhurmetiyê dan.

Li Şengalê, birînên fermana 2014'an hînê nehatiye pêçandin. Heta niha ji gorên komî tenê yên li Koço û Qinê hatine vekirin. Bi sedan gorên komî mane ku li benda vekirinê û tespîtkirina nasnameya qurbaniyên fermanê ne.

Tevî êş û azarên civaka Êzidî siyaseta heyî ya hikumeta Iraqê birînên Êzidiyan girantir dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê, cenazeyên 16 kesên ku li Mûsilê testa DNA'yê bi dawî bû, di kîs de radestî malbatên wan hate kirin. Hate ragihandin ku ji malbatên qurbaniyan re gotine, "Hûn ê bi xwe darbestan peyda bikin û veşêrin."

Ev nêzîkatiya rayedarên hikûmeta Iraqê ji aliyê civaka Êzidî ve hate şermezar kirin û hate gotin ku “Iraqê caredin nîşan da ku me ji hemwelatiyên xwe nabîne. Xwedî li me û miriyên me jî dernakeve.”