'Bandora çekên kîmyewî ya li ser herêmê demdirêj e'

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec bal kişand ser wê yekê ku jîngeh û xwezaya Başûrê Kurdistanê bi çekên qedexe û kîmyayê tê wêrankirin û got: "Demdirêj bandora çekên qedexe li herêmê dimîne û Helebce mînaka vê yekê ye."

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac diyar kir ku bandorek mezin a çekên qedexe û kîmyewî bi taybet li ser xelkê herêmê heye û gelek şînatî, xweza û lawirên kûvî yên Kurdistanê hatine qirkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bîlançoya şerê 6 mehan a navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Cotmehê eşkere kir. Li gorî vê çekên qedexe bombeyên fosfor, termoborîk, takîk nukler û gazên jehrî-kîmyewî jî di nav de 2476 hatine bikaranîn. 

Gelek carî HPG’ê bi belgeyên dîmen û wêne qirkirina xwezayê jî di nav de bandora wê ya di serî de li ser mirovî, jîngeh û lawiran bi raya giştî re parve kiribû.

Li aliyê din di roja îro de jî bandora bikaranîna kîmyaya li Helebçe ku sala 1988’an ji aliyê rejîma Bassê ve hetibû bikaranîn diyar e. Bikaranîna van çekan demek dirêj li herêmê û li ser genetîka mirov dike. Nimûneya vê ya herî ber çav karesata Nagazakî û Horeşîma li ber çav e.

‘HIKÛMETA TIRKIYE GUH NADE QEDEXEYAN’

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac bal kişand ser van çekên qedexe û gazên jehrî û anî ziman ku ev çek ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi taybet piştî karesta Nagazakî û Horeşîma hatiye qedexekirin Ferec wiha got: “Hikûmeta Tirkiye bê ku guh bide vê bi sedan care bikar tîne û em bînin bîra xwe hikûmeta Iraqê jî li Helebçe bikar anîbû. Bikaranîna van çekan li dijî mirov, dijî azadî, mafê mirov e, li dijî xweza, li dijî hemû pîvanên mirovî û xwezayê ye. Her wiha li dijî hiqûqa şer e.Tu kes li gel bikaranîna vê nîne, ji derveyî ew kesên bikar tîne û celad in.”

‘ÎRO HELWEST NEBE, SIBE WÊ HELWESTEK MEZIN BÊ NÎŞANDAN’

Ferac destnîşan kir ku dîmenên ku gerîla ji ber gazên jehrî-kîmyewî bandoreke mezin li mirov kir û got: “Eger îro li ber van dîmenan helwestek bi qasî pêwîst li cîhanê nebe, baweriya min heye ku siberojê helwestên mezintir li ber van êrîşan hebin.”

‘BANDOR LI SER JÎNGEH, MIROV Û DAHATA HERÊMÊ DIKE; HELEBCE NIMÛNEYA VÊ YE’

Rojnamevan û Nivîskar Letîf Fatîh Ferac bal kişand ser bandora van çekên qedexe û wiha domand: “Bandoreke mezin a bikaranîna çekên kîmyewî hem li ser jînge û mirovên li wê herêmê dijîn heye. Ji derveyî têkçûna jîngeh û malwêraniya welatiyên herêmê, siberoj û dîsa dahata xelkê herêmê tine dike. Em dibînin hê niha jî bandora bikaranîna çekên kîmyewî ya li Helebce hatiye bikaranîn maye. Eger ku îro gelek dayik zarokên wan seqet û kêm endamin, bandora çeka kîmyewî ya li Helebçe ye. Bandora çekên qedexe û gazên jehrî-kîmyewî tenê li herêmê sînordar namîne, bi rêya bayê jî belavî derdor dibe. Xwezaya Kurdistanê li ber metirsiyeke mezin a tine bûnê ye. Xwezaya Kurdistanê zêdetirî 35 sale li ber metirsiya hem Tirkiye û hem jî Iraqê ye. Bi taybet dewleta Tirkiye êrîşên xwe li ser van herêman zêdekiriye û bandora wê, wê bi van herêman sînordar nemîne belavî derdor jî bibe, bandor li mirov, jiyan, çandinî û avadaniyê bike. 

‘HIKÛMET Û WEZARETA JÎNGEH BÊ HELWESTE’

Li ser nebûna bêhelwestî û bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Desteya Jîngeh û Geştûguzar Ferac ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Herêma Kurdistan û Desteya Jîngeh û Geştûgûzar heta niha li ber bikaranîna çekên kîmyewî ku bandorê li av, jîngeh, lawir, herêmê dike nîşan nedaye. Heta niha raporek wêne û dîmen ku li xwe digire, bide Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û aliyên têkildarî, saziyên mafê mirov û bide nîşandan ku ew li ber metirsiyeke mezin in. Hikûmet xwedî li van herêman dernakeve. Bihêlin xwedîlêderketinê, rêgirî li xelk û dîsa gerîla kiriye ku alîkariya yek nekin ku pêşiya metirsî û ziyanên mezintir li herêmê bigirin. Hikûmet bi tirs li bûyerê dinêre. ”

‘EV QIRKIRINA XWEZA Û LAWIRAN E’

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac bal kişand ser qirkirina xwezayê û got: “Êrîşên wiha li ser jîngeh, dar û baxên herêmê, dîsa lawirên herêmê cûreke qirkirinê ne. Ev yek qirkirineke mezin a daristan, jîngeh, lawir û darûdeviyên herêmê ne. Divê saziyên mafê lawiran, xweza-jîngeh li ser vê helwesta xwe nîşan bide. Mixabin van saziyan helwesteke exlaqî li ber vê nîşan nadin. Çend salên dawî gelek cûreyên şînatî û lawirên kûvî tine bûne. Gelek cûre gul û giya, şînatî-nebat ên Kurdistanê hê neketine nava pirtûkên zanistî, ji ber bikaranîna çekên qedexe û gajên jehrî-kîmyewî tine dibin. Diviya bû kar li ser wan cûre şînatî û nebatan bihata kirin û bihata parastin lê em dibînin dibin hevkar û tên tinekirin. NY, welatên derve, saziyên mafê mirov û hemû cîhan ji ya li Kurdistanê rû dide berpirs in. A li Kurdistanê rû dide, bûyerên li Kurdistanê li ser gerîla tê pêkanîn, li beramber azadî, li ser xweza û lawiran, darûdeviyan tê kirin, divê hemû cîhan, saziyên mafê mirov û parêzvanên lawiran li ber vê yekê dengê xwe bilind bikin.”