HPG: 16 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên gerîla de 16 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. Çeperek û mertalek jî hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostatî dixin meriyetê, bi rêbaza lêdanê ya encamgir û hunera xurt a lêxistinê, di kêliyên ku dagirker ne li bendê ne derbên giran li dagirkeran dixin.

Di çalakiyên hêzên me de 16 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek û mertalek jî hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Mijdarê saet di 08:00 û 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

8'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi sabotajê li wan dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan. Saet di 16:00 de li hemberî dagirkerên ku dixwestin careke din bi pêş ve biçin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

6'ê Mijdarê saet di 12:00 de li hemberî dagirkerên li qereqola Girê Biyê yê Bêgova ya Zaxoyê, tîmên me yên bi tevger çalakî kirin. Bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

8'ê Mijdarê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li ehmberî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî çalakî kirin.

8'ê Mijdarê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

8'ê Mijdarê dagirkeran ji bo pêşî li serweriya hêzên me ya li qadê bigirin, bi werîsan mertal danîn ber çeperên şer ên Şehîd Yûnûs ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Mertalên dagirkeran saet di 10:00 de ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Zirara ya li Şêxzadeyê, hêzên me komek ji dagirkerên tevdigeriyan, xistin bin kontrolê. Piştî demek ji şopandinê tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin, 7 dagirker jî birîndar bûn.

8'ê Mijdarê saet di 11:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

8'ê Mijdarê saet di 13:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên li Şehîd Sîpan bi bombeyênq edexekirî 4 caran hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7'ê Mijdarê qada Golka ya Metînayê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

8'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin."