Malbatên li Dutaxê ji bo wergirtina cenazeyan li ber nexweşxaneyê ne

Malbatên kesên ku li Dutaxê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo wergirtina cenazeyan 3 roj in li ber nerxweşxaneyê ne.

Li navçeya Dutax a Agiriyê beriya du rojan di qezaya trafîkê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 21 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran Mûhlîse Işik a 77 salî ku li Nexweşxaneya Erzîromê dihate dermankirin, doh êvarê jiyana xwe ji dest da û hejmara qurbaniyan bû 8 kes.

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê ne. Bi dehan malbat tevî nûnerên partiyê 3 roj in bênavber li ber nexweşxaneyê ne. Malbatên ku ji bo testa DNA'yê xwîn dane, li bendê ne ku cenaze radestî wan bêne kirin.