Li Agiriyê qeza çêbû: 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn

Li Dûtaxa Agiriyê otobuseke rêwiyan û du kamyon li hev ketin. Di şewata ji ber qezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Otobuseke ku ji Wanê diçû Agiriyê û du kamyon li navçeya Dûtaxê li hev ketin.

Ji ber qezayê agir bi wesayîtan ket. Li gorî encamên pêşîn 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 jê bi giranî 11 kes jî birîndar bûne.

Ji ber qezayê rêya Wan û Agiriyê ji trafîkê re hate girtin, birîndar rakirin nexweşxaneyên li Agiriyê. Derbarê qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.