Dr. Dersim: Artêşa Tirk piranî gazên fetsîner bi kar tîne

Gerîlayê HPG'ê Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku bi delîlên şênber hatiye ispatkirin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Artêşa Tirk gazên fetsîner bi kar tîne. Ji wan a herî şênber jî gaza klorê ye."

Artêşa Tirk 14'ê Nîsana 2022'an li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Tevî ku di ser re 6 meh derbas bûne, artêşa dagirker nikare encama ku dixwaze bi dest bixe. Di vê pêvajoyê de gelek caran li hemberî Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anî. Agahî û dîmenên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê HPG'ê ve gelek caran bi raya giştî re hatin parvekirin.

Gerîlayê HPG'ê Dr. Serbilind Dersim li ser cûreyên çekên kîmyewî yên têne bikaranîn û bandora wan ji ANF'ê re axivî.

Di nava du salên dawî de artêşa Tirk giranî daye ser bikaranîna çekên kîmyewî. Bi dîtina we çek û gazên kîmyewî çima ji bo artêşa dagirker bûye rêbazeke sereke?

Beriya her tiştî dixwazim bi bîranîna hevalên xwe yên di vî şerê dawî de şehîd bûn dest bi axaftina xwe bikim. Bi taybetî di serî de heval Baz Mordem û heval Helbest Koçerîn ên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, di şexsê wan de jî şehîdan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Her wiha hevalên ku li tunelên şer li hemberî êrîşên hovane yên artêşa Tirk bi ruhê fedaî li ber xwe didin û şer dikin, bi rêzdarî silav dikim.

Weke ku tê zanîn 40 sal in di navbera me û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime. Bi taybetî van 7 salên dawî şer bênavber dewam dike. Du salên dawî jî bi têkoşîna li dijî çekên kîmyewî derbas dibe. Mirov kare bibêje ku artêşa Tirk di vê pêvajoyê de xitimî ye. Li pêşberî gerîla têk diçe. Bikaranîna çekên kîmyewî jî nîşaneya vê têkçûnê ye. Bi gotineke din, ji ber ku wekî din çareya xwe nema ye, çekên kîmyewî bi kar tîne.

Artêşa Tirk peymanên navneteweyî, nirxên mirovahiyê binpê dike û li hemberî hevalên me çekên kîmyewî bi kar tîne. Salên dawî tevî ku bi balafirên şer bi tonan teqemenî û bi helîkopteran jî roket li hêzên me barandin, hefteyê 7 roj û 24 saetan balafirên bêmirov ên biçek û bêçek li ser hêzên me digerînin. Di heman demê de bi tank, top û obusan her roj bombeyan li qadên şer dibarînin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, ji bejahî ve leşkerên xwe yên 'Kumik Sor' xistin nava tevgerê. Vê jî têrê nekir, çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê ji Sûriyeyê kom kir û bi rêya wan çeteyan êrîşî hêzên me dikin. Li hemberî van hemûyan, tîmên me yên bi tevger bi fedakarî li ber xwe dan, ne tenê li ber xwe dan her wiha bi taktîkên gerîla yên profesyonel ên dema dawî derbên giran li dijmin xistin. Dijmin li hemberî vî şerê hevalên me bêçare ma. Weke encama vê bêçaretiyê jî bi çekên kîmyewî êrîşan dike.

Tevî ku gelek dîmen û dane hatin weşandin jî dewleta Tirk îdîa dike ku çekên kîmyewî bi kar neaniye. Ji bo van îdîa û daxuyaniyan hûn dixwazin çi bibêjin?

Mixabin 17 hevalên me ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Gava ku ev kete rojevê, dewlet û medya Tirk bi tirs û fikar hewl dan înkar bikin. Bi rêya qenalên xwe yên televîzyonê qaşo bi rêya hin 'pisporên xwe' hewl dan înkar bikin. Gotinên mîna 'artêşa Tirk a bi şeref çekên kîmyewî bi kar naynin' bilêv kirin. Em bi eşkere bibêjin, zimanekî me nîne ku em gotinê ji şerefa kesekî re bibêjin, lê belê di vî şerî de ne artêş maye ne jî şeref maye. Artêşek ku leşkerên xwe dişewitîne, cesedên leşkerên xwe dişewitîne, ji bo nekeve destê hêzên gerîla cesedên leşkerên xwe ji zinaran diavêje, her wiha ji bo şopek ji van cesedan nemîne bi balafiran bombeyan li van cesedan dibarîne, herhal ne rast e ku qala tiştekî bi vî rengî bike.

Di heman demê de van gotinan jî dibêjin, 'Eger artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar bianiyan wê bi xwe jî kincên parastinê li xwe bikira'. Divê ev yek bê gotin; leşkerek dema radihêje teqemeniyekê, bombeyekê yan jî fîşekeke topê, hawanê, ji bo vê pêwîstî pê nîne ku mîna pisporê îmhakirina bombeyan kincan li xwe bike. Çima? Ji ber ku ew teqemenî xistine nava kapsulê, kirine cebilxane. Tenê bi funyeyekê yan jî mekanîzmayeke teqandinê dikare biteqe. Ji bo bikaranîna vê jî pêwîstî bi kincekî parastinê nîne. Ji xwe di dîmenên hevalên me de ku li qenalên televîzonan hatin weşandin, ev yek bi eşkere tê dîtin. Cebilxaneyên bi vî rengî hatine amadekirin ji dûr ve li pêşiya tunelên me yên şer têne teqandin û gazê dişînin nava tunelan.

ARTÊŞA TIRK LI QADA ŞER GAZÊ AMADE DIKE

Artêşa Tirk dema dawî li Başûrê Kurdistanê li hemberî hêzên gerîla kîjan cûre gaz û madeyên kîmyewî bi kar tîne? Bi taybetî li ser gerîlayên ku we bi xwe mûayene kirine, kîjan dane bi destê we ketin?

Hem li gorî daneyê ji qadên şer hatin hem jî li gorî mûayeneyên me li ser hevalên ji wir hatine kirin, di heman demê de li gorî hin daneyên ku hevalên me ji me re ragihandin; artêşa Tirk bi rengekî eşkere piranî gazên fetsîner bi kar tîne. Ji van a herî diyarker jî gaza klorê ye. Artêşa Tirk gaza klorê li qada şer amade dike. Em ji ber çi vê dibêjin? Li qada şer gelek made hatin bidestxistin ku yek ji wan asîta hîdroklorîk e ku li malan bi giranî weke malzemeya paqijiyê tê bikaranîn. Di heman demê de dermanê şuştinê, ev jî asîta Sodyûmhîpoklorît e. Di herdu madeyên asîtê de klor hene. Dema ku ev herdu made li nava hev dikeve hingî dibe gaza bi klor ku mirovan difetisîne, çav û qirikê dişewitîne. Ev yek yekser dibe kîmyasalek ku mirovan difetisîne, her wiha dikuje.

Artêşa Tirk dibêje di nava cebilxaneyên me de, di nava envantera me de çekên kîmyewî nîne. Lê belê ew bi xwe bi hin kîmyasalên têne naskirin li qada şer gaza klorê hildiberîne. Her wiha hin ji van bi rêya lûleyan dişînin nava tunelên şer. Ev hemû bi dîmenan hate nîşandan.

Gaza ku bandor li ser hevalê me şehîd Baz Mordem kir jî gazeke bi vî rengî ye. Em ji vê yekê fêhm dikin; zerara ku li cegera hevalê me kir, nîşan dide ku gazeke bi vî rengî ya fetsîner e. Ji ber ku ji devê hevalê me avek bi rengê sor, pembe û qehweyî dihat. Eşkere bû ku ev av ne ji ber verişînê bû, ji ceger bi xwe hatibû. Em karin vê bi zelalî bibêjin.

Her wiha dixwazim hin agahiyan li ser gaza ku li hemberî hevala me şehîd Helbest Koçerîn hate bikaranîn bi we re parve bikim. Gaza li wir hate bikaranîn gaza narkotîkê ya ji kategoriya gaza xistina kapasîteyê ye. Di nava van de gazek bi koda BZ 'Buzz 15' heye. Her wiha dibe ku yek ji madeyên narkotîkê LSD jî heye. Dema ku ev made bi rengê gazê tê amadekirin hingî dibe madeyeke kujer. Yek ji gazên li hemberî me hatin bikaranîn ev bû. Bêguman hîn cûreyên cuda yên gazên narkotîkê jî hene. Mîna cûreyên fentanîl. Naxwazim zêde qala detayên teknîkî bikim, lê belê ev gaz çi bi mirovan dike? Mirov ji xwe hişê xwe diçe, welê li mirovan dibe ku nikare şer bike. Ya ku bandor li hevala me Helbest kir jî kîmyasaleke bi vî rengî bû. Heval bi bandora kîmyasalê ji ser hişê xwe çûbû, mîna ku halusînasyon derbas kir. Nêzîkatiyên ku di jiyana rojane de qet nedikir, nîşan dida. Kêfxweşiyeke zêde, yan jî xemgîniyeke zêde. Vê yekê bi şênberî nîşan dida ku gazeke ji madeya narkotîkê ya bi wî rengî bandor lê kir.

ARTÊŞA TIRK KÎMYASALÊ BI TENA SERÊ XWE ÇÊNAKE

Li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî, gelo gerîla tedbîrên çawa werdigirin?

Mîna ku me got, artêşa Tirk ji ber ku nikare encamê werbigire çekên kîmyewî bi kar tîne. Pê bawer e ku bi van kîmyasalan dikare encamê bi dest bixe. Bêguman li hemberî van hemûyan hin tedbîrên hevalên me hene ku derfet kêm in. Li van deverên ku derfet lê nîne, bêguman pirsgirêk jî rû didin. Mixabin ji ber vê yekê jî şehadet çêdibin. Lê belê hevalên me li gel bombardûmana kîmyewî jî li dijî artêşa Tirk li ber xwe didin û ji bo şikandina van êrîşan çalakiyan dikin, derbên giran li dijmin dixin. Em karin bibêjin ku artêşa Tirk di nava têkçûnê de ye. Bêguman dema ku em vê dibêjin, artêşa Tirk van kîmyasalan bi tena serê xwe çênake. Beşek ji van kîmyasalan ji welatên NATO'yê peyda dike. Mînak, gazên ku çavan dişewitîne bi kar tîne. Ev gaza bi koda CS li Îngilistanê tê hilberandin. Gazeke ku ji wir tê peydakirin. Artêşa Tirk bi eşkere piştgiriyeke xurt ji NATO'yê standiye. Bi vî rengî li dijî me êrîşên giran dike.

Herî dawî banga we li saziyên navneteweyî yên muxatabê mijarê ne, çi ye?

Dixwazim vê yekê bibêjim. Di hin weşanên têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî de, yan jî gotinên hin kesan de gotinên weke 'eger, yan jî gelo' têne bikaranîn. Di rewşa heyî de cih ji gotinên 'gelo' re nîne, rewş li pêş çavan e. Bi delîlan ispat bûye ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Tenê ji bo vê jî em bang li saziyên serbixwe û rêxistinên navneteweyî dikin ku bên li qadên me lêkolînê bikin. Di vê mijarê de hêzên HPG'ê wê bi her awayî derfetan bidin wan. Ji ber vê yekê em careke din wan dawet dikin. Bila bên, li qadên şer, li tunelên şer lêkolînê bikin û encamên wê jî bi raya giştî re parve bikin.