HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşger çalakiyan dikin. Di van çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê didome ev agahî parve kir:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji roja destpêkê ya operasyonên dagirkeriyê ve bi fedekarî li ber xwe da û rê neda artêşa Tirk a dagirker. Hêzên me li hemberî artêşa Tirk a dagirker a ku NATO bi her awayî piştgiriyê dide wê û artêşa Tirk bi çekên teknîk û pêşketî êrîşan dike û di van êrîşan de sûcê şşer dike; taktîkên gerîla bi pratîkê dixe meriyetê û derbên giran li dagirkeran dixe.

Di encama çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexe û carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê hatine bombekirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Zapê;

6’ê Mijdarê saet 01:20’an de li Qada Berxwedanê Şehîd Adil, tîmên me yên gerok ve bi çekên giran li dagirkeran dane û li vir 2 dagirker hatin cezakirin.

6’ê Mijdarê saet 07:50’î li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yê gerok bi sûîkastê li dagirkeran dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.

6’ê Mijdarê di navbera saet 08:40 û 10:50’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 8 caran bi çekên ferdî û giran li dagirkeran hate xistin.

6’ê Mijdarê saet 16:40’î li Qada Berxwedanê ya Çemçyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

6’ê Mijdarê saet 19:00’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên gerok ve bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

6'ê Mijdarê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

6'ê Mijdarê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran hewl dan mertalan li çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs bi cih kirin û nehêlin hêzên me qadê bibînin. Bi destwerdana hêzên me re dagirkeran nekarîn mertalan bi cih bikin û neçar man bi astekê ji qadê vekişin.

6'ê Mijdarê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Çekdar xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

6'ê Mijdarê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

7'ê Mijdarê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorsky ên xwestin hêzên xwe li qadê daynin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran çeperên şer ên li Şehîd Sîpan, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî carekê çeperên şer ên li Şehîd Çekdar bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

6'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

6'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Girê FM û Girê Biharê 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin."