Malbata Şenyaşar cara 611'an li ber Edliyeyê rûnişt

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin daxwaza edaletê dike, cara 611'an li ber Edliyeya Rihayê rûnişt.

Dayik Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeda xwe ya edaletê dewam dike. Malbata Şenyaşar li gel sermayê jî di roja 611'an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir.

Ferît Şenyaşar got, "Doza me meseleya Kurd û Tirk nîne. Doza me meseleya partiyekê nîne. Doza me însanî ye. Her kesên ji xwe re dibêje mirov im divê xwedî li vê dozê derkevin."