KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên ji bo silavkirina 27'ê Mijdarê: 9 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi armanca silavkirina salvegera 45’emîn a PKK’ê çalakî li dar xistin. 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobeseyek jî hatin rûxandin. -
Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş didome
Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş 373 roj li pey xwe hişt. -
Bazên Metropolê li Amedê li kulûbeya nobedê xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Memyan Hazro ya Bazên Metropolê ragihand ku li Amedê bi bombeyan li hemberî polîsên li kulûba nobedê ya qereqolekê çalakî kirine. -
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de ku zêdeyî du meh û nîv e dewam dikin, greva giştî destpê kir. -
Şînê: Berxwedana jinan a li Îran û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne
Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şînê diyar kir ku berxwedana jinên Îran û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne. Şînê got, "Guhertin û veguhertin ji bo mêran jî ferz e. " -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dilgeş û Mazlûm ku pêşengî ji berxwedana xeta fedaî ya li dijî dijmin re kirin, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştin." -
Li Mexmûrê liv û tevgera zêde ya hewayî
Li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji danê sibê ve liv û tevgerekî zêde ya balafiran heye. -
Milîsên HBDH'ê li Amedê li wesayiteke zirxî xistin
Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH'ê ragihandin ku li Amedê di şeva 21'ê Mijdarê de li "polîsên ku teror dikirin" xistine. -
Leşkerên Iraqê wê li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin
Hikûmeta Iraqê ragihand, ku wê hêzên parastina sînor ên hikûmeta federal li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin. -
Di 11 mehên dawî de 21 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
Ciwanên Kurd ên ku neçar dimînin di înşaetên ku ewlehiya kar lê tuneye bixebitin, dibin qurbaniya cînayetên kar. Di 5 rojên dawî de 4 karker, di 11 mehên dawîn de jî herî kêm 21 karkerên ji Wanê di înşaetan de jiyana xwe ji dest dan. -
NPG: Di sala 45'an de berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye
NPG: Em, neferên fedaî yên Apoyî ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê xwe ye, di sala 50'î ya pêngava Rêbertî ya Apoyî û sala 45'an a damezrandina fermî ya partiya me PKK'ê de, em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. -
Çetîn: Ev şoreş wê jiyaneke azad û demokratîk bi xwe re bîne
"Em bi hev re dikarin bi rengekî rêxistinbûyî li dijî zîhniyeta zilamsalar têbikoşin û bi yekîtiyê dikarin vê şoreşê misoger bikin. Wê ev şoreş ji bo hemû civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyanek azad û demokratîk bi xwe re bîne." -
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got, "Li her qada têkoşînê mîrateya têkoşînê ya fermandarên me yên pêşeng Hakî Karer û Kemal Pîr meşand û xwest bigihîne gelên Tirkiyeyê." -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker êrîşên bi çekên kîmyewî dewam dike
HPG: Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. -
Fûad Bêrîtan: Armanc demokratîkkirina Îranê ye, kes nikare pêşî li vê bigire
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, “Gelê me bi çalakiyên xwe yên demokratîk, însanî û exlaqî daxwaza mafên xwe dike. Tu kes nikare vî mafî ji destê gelê me bigire. Armanc demokratîzekirina Îranê ye.” -
PJAK'ê ji bo greva giştî ya Pêncşemê bang kir
PJAK'ê bal kişand ser êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li dijî serhildanê, bi taybetî jî yên li herêmên Kurdan kir û bang li hêzên û aliyên Îranî hemûyan kir ku xwedî li vê serhildanê derkevin. -
Dîmenê helîkoptera ku li Metînayê hate xistin
Gerîla TV dîmenê helîkoptereke dagirkeran weşand ku di 4'ê Îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê gerîla ve hate xistin. -
Mergever: Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' wê bibe bingeha jiyanek demokratîk û azad
Gerîlayê YRK’ê Hêmin Mergever der barê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê got, “Eger civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo bi pêş bixe û paradîgmayê wî ji xwe re bike esas, ew ê teqez bi ser bikeve.” -
Daxuyaniya ji bo rojnamevan Îsam Ebdullah hate astengkirin
Daxuyaniya ji bo nûçegihanê ANHA ya Dêrikê Îsam Ebdullah ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû hate astengkirin. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran jî Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombardûman kirin. -
Polîsên Tirk çalakiya malbatên girtiyan asteng kirin
Polîsên Tirk bi hinceta "qedexeya çalakiyan" çalakiya malbatên girtiyan asteng kirin. Malbatan gotin, "Çi dibe bila bibe em ê çalakiyên xwe dewam bikin." -
KONGRA-GEL: Em bi têkoşîneke bi heybet seferber bibin
KONGRA-GEL salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir, ku dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Kurdistanê hatiye. Ji bo vê jî bang kir ku bi têkoşîneke bi heybet seferber bibin. -
Jendirmeyan di nezaretê de êşkence li 4 zarokan kir
Li Wêranşara Rihayê bi hinceta ku alaya dibistanê danîne, 4 zarokên 16-17 salî hatin destgîrkirin. Di qereqola jendirmeyan de êrîşî zarokan hate kirin. -
HPG: Her kêlî bi berxwedanê hûnandin
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn li djiî êrîşên dijmin di her kêliyê de li ber xwe dan û ked û hewldaneke bêhempa dan." -
'Dawiya dawî wê gerîla bi ser bikeve'
Gerîlayê HPG'ê Kendal Amed ragihand ku artêşa Tirk nikare bi têkoşîn û îradeya gerîla û destnîşan kir ku gerîla wê di vî şerî de bi ser bikeve.