Soza desthilatdariyê ya ji bo gel: 21 girtîgehên nû

Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç, ragihand ku avakirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan hatine danîn.

Hevdîtinên li Komîsyona Plan û Budçeyê yên bûdçeya 2025’an ku bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclîsê hate kirin, didome. Îro, budçeya Wezareta Dadê ku li gorî par du qet zêde bû û derketî 280 milyar û 275 milyon û 802 hezar lîreyan hate nîqaşkirin.

Wezîr Yilmaz Tunç di hevdîtinan de pêşkeşî kir û got ku li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene. Tunç, ji bo girtîgehên ku hema hema her roj cenazeyên girtiyan jê derdikevin jî got: “Avadaniyên li gorî rejîma înfazê ya hemdem.”

Tunç,  da zanîn ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan jî hatine danîn.