'Dawiya dawî wê gerîla bi ser bikeve'

Gerîlayê HPG'ê Kendal Amed ragihand ku artêşa Tirk nikare bi têkoşîn û îradeya gerîla û destnîşan kir ku gerîla wê di vî şerî de bi ser bikeve.

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Feda got, "Kes nikare destdirêjiyê li çanda me, zimanê me, axa me, nasnameya me û paradîgmaya me bike."

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Feda û gerîlayê HPG'ê Kendal Amed bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Feda diyar kir ku li Xakurkê, Zap, Avaşîn, Metîna û herêmên din têkoşîn û berxwedaneke mezin tê kirin û got, "Îradeya ku li çeperên şer hate nîşandan her mezin bû. Her hevrêyên me bi felsefeya Rêber Apo tevdigerin û jê hêzê werdigirin. Her hevrêyên me ji bo serketinê vê felsefeyê ji xwe re dikin esas. Bêyî ku tawîzê ji çand û exlaqê PKK'ê bide şer dikin. Bi saya keda Rêber Apo û şehîdan a li vê dozê, em ê di vî şerî de bi ser bikevin."

Feda bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP'ê derfetên xwe hemû seferber kirine, rêbazên dûrî ji exlaqê bi kar tîne, lê belê tevî vê yekê jî derewan dike û got, "Berxwedana ku heta niha hatiye kirin bersiva li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo ye. Li gel tecrîda li ser Rêber Apo îdeolojî û felsefeya wî li çar aliyên cîhanê belav bûye. Kes nikare destdirêjiyê li çand, ziman, ax, n asname û paradîgmaya me bike."

'JI BO ME VEGERA LI CEWHERÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Kendal Amed jî diyar kir ku dîroka damezrandina PKK'ê ji bo wan vegera li koka mirov, li cewher, ziman û çanda xwe ye û got, "Pêngava Rêber Apo xwedî wate û nirxekî mezin e."

Amed diyar kir ku artêşa Tirk di vî şerî de li gel bikaranîna teknîka NATO'yê jî nikare bi îrade û daxwaza têkoşînê ya gerîla û got, "Dijmin çiqasî çekên kîmyewî bi kar bîne jî wê nikaribe encamê bi dest bixe. Dawiya dawî em ê di vî şerî de bi ser bikevin. Ya rast berxwedan û têkoşîna herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Bi vî serî re em ê bi serketinê tacîdar bikin."